Rejima sîyonîst bi fuzeyên ku ji Yemenê hatin şandin ve hejikî: Li nêzê Bîrûssebîyê teqîn

Di operasyonên Ensarullahê ku ji bo piştgirîya Xezzeyê li dijî rejima sîyonîst dane destpêkirin de bûyerekî nû pêk hat. Fuzeyeke ku ji hêla Yemenê ve hat avêtin li nêzê Bîrûssebîyê teqîya.
Çapemenîya sîyonîst, îfade kir ku fuzeya ku ji teref Yemenê ve hat avêtin li herêma Arada ya li rojhilata Bîrûssebîyê bû sedema teqîneke mezin. Piştî teqînê li Behra Mirî, Negev û herêmên başûrê yên îşxalkirî sîren lêketin.
Artêşa îşxalker daxuyand fuzeya ku hatîye avêtin hatîye tespîtkirin û ji bona ku bê astengkirin jî teşebûs hatîye kirin. Hat îddîakirin ku fuze bi serfirazî li hewayê hatîye îmhekirin. Encax derheqê tesîrên teqînê û zerarê de tu daxuyanîyek nehat dayîn.
Tevgera Ensarullahê Yemenê jî hêj derheqê bûyerê de daxuyanîyek neda. Encax, ev operasyon wek berdewamîya operasyonên ku ji bo piştgirîya ji Xezzeyê re li dijî sîyonîstan têne kirin hat nirxandin.
Ensarullahê, çend meh berê ji benderên îşxalkeran re dorpêçekî behrê tetbîq kiribû, îlan kiribû Balafirgeha Ben Gurionê girtine û gelek cîhên sîyonîstan jî bi fuzeyên dirêj û ÎHAyan operasyon lidarxistine.
Di heman demê de ji ber operasyonên Yemenê, sîyonîstan jî Sana, û herêmên dinê yên Yemenê hedef girtibû û êrîşan pêk anîtibû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşeke bi wesayîteke bombebarkirî de li parêzgeha Xayber Paktûnxwa ya Pakistanê 13 kes hatin kuştin û 29 kes jî birîndar bûn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 56 hezar û 412an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 133 hezar û 54 kesan.
Tûgayên Qessam ên baskê leşkerî yê Hamasê ragihand ku wan bi mûşekên dijî-tank ên "Yasin 105" li çar wesayîtên zirxî yên avahîsaziyê yên aîdî artêşa îşxalker xistine û di wesayîtan de agir derketiye.
Pitikê bi navê Hanî, ku dema ew tenê çar mehî bû, mala wî di êrîşa sîyonîstan de li Xezzeyê wêran bû, lingê wî qut bû û laşê wî bi şarapnelê tijî bû. Dayika wî ji bona ku pitika wê nemire daxwaza tahliyekirina tenduristî ya bilez dike.