UNICEF: Li Komara Demokratîk a Kongoyê 1162 zarok ji ber Ebolayê mirine
UNICEFê ragihand ku ji dema ku di meha Gulanê de li Komara Demokratîk a Kongoyê vîrusa Ebolayê hate ragihandin, 2 hezar û 76 zarok bi wê vîrusê ketine û ji wan 1 hezar û 162 zarok mirine.
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bal kişand ser tesîra giran a şewba Ebolayê ya li ser zarokan li Komara Demokratîk a Kongoyê (DRC).
Rêvebirê Ragihandinê yê UNICEFê li Komara Demokratîk a Kongoyê Halimatou Amadou, di civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa Cenevreyê ya NY de diyar kir ku ji dema ku Ebola di meha Gulanê de hate ragihandin, zêdetirî 1900 zarok ji ber vê nexweşiyê, ji dayik, bav an lênêrînerên xwe winda bûne an jî ji wan hatine veqetandin.
Amadou ragihand ku heta 29ê Îlonê, li Komara Demokratîk a Kongoyê 2.076 bûyerên Ebolayê li zarokan hatine piştrastkirin û 1.162 zarok mirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îşxalkerên sîyonîst ketin gundê Cebata el-Heşeb li gundewarê Quneytrayê, bi çekê kesekî seqet birîndar kirin û revandin.
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku ji ber sînordarkirinên temînkirinê yên ji aliyê rejîma sîyonîst ve hatine danîn, xizmetguzariyên av û paqijiyê li Xezzeyê asteng bûne, û nêzîkî nîv milyon kes li seranserê Xezzeyê bi kêmbûna gihîştina ava vexwarinê re rû bi rû ne.
Li Xezzeyê digel agirbestê jî êrîş berdewam dikin, di 24 saetên dawî de 5 kes mirin û 11 kes birîndar bûn. Ji Cotmeha 2023an vir ve, hejmara giştî ya şehîdan gihîştiye 74.250 kesan.