Îşxalkeran li gundewarê Sûrîyeyê kesekî seqet birîndar kirin û revandin
Îşxalkerên sîyonîst ketin gundê Cebata el-Heşeb li gundewarê Quneytrayê, bi çekê kesekî seqet birîndar kirin û revandin.
Hêzên taybet ên artêşa îşxalker ketin gundê Cebata el-Heşeb ê li başûrê Sûrîyeyê û girtin ser wî.
Li gorî medyaya herêmî, sîyonîstan gule li lingê zilamekî seqet dane û dû re ew revandine.
Berê hatibû ragihandin ku hêzên îşxalker êrîşî gundewarê Deşta Reqayê kirine, cotkarên herêmî êsîr girtine û lêpirsîn li wan kirine. Ev îxlalkirinên ji aliyê hêzên îşxalker ve bûne sedema nerazîbûna niştecihan ku bi guleyên hişyariyê bersiv dane.
Di 5ê Cotmehê de, hêzên îşxalker du gundên parêzgeha Quneytrayê bombebaran kirin. Rayedarên herêmî ragihandin ku zirar çêbûye, lê derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî tune ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
UNICEFê ragihand ku ji dema ku di meha Gulanê de li Komara Demokratîk a Kongoyê vîrusa Ebolayê hate ragihandin, 2 hezar û 76 zarok bi wê vîrusê ketine û ji wan 1 hezar û 162 zarok mirine.
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku ji ber sînordarkirinên temînkirinê yên ji aliyê rejîma sîyonîst ve hatine danîn, xizmetguzariyên av û paqijiyê li Xezzeyê asteng bûne, û nêzîkî nîv milyon kes li seranserê Xezzeyê bi kêmbûna gihîştina ava vexwarinê re rû bi rû ne.
Li Xezzeyê digel agirbestê jî êrîş berdewam dikin, di 24 saetên dawî de 5 kes mirin û 11 kes birîndar bûn. Ji Cotmeha 2023an vir ve, hejmara giştî ya şehîdan gihîştiye 74.250 kesan.