Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 74.250 kesan
Li Xezzeyê digel agirbestê jî êrîş berdewam dikin, di 24 saetên dawî de 5 kes mirin û 11 kes birîndar bûn. Ji Cotmeha 2023an vir ve, hejmara giştî ya şehîdan gihîştiye 74.250 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezzeyê derbarê qurbaniyên ku di êrîşên hêzên îşxalker ên siyonîst de li ser Xezzeyê çêbûne de daneyên nû parve kir.
Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de cenazeyên 5 şehîdan û 11 birîndaran ji nexweşxaneyên li Xezzeyê re hatine anîtin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji dema ku agirbest di Cotmeha 2025an de dest pê kir, di êrîşên dagirkeriyê de 1467 kes şehîd bûne û 5161 kes jî birîndar bûne.
Her wiha hat ragihandin ku di heman demê de 836 cenaze ji bin xirbeyan hatine derxistin.
Li gorî raporan, ji destpêka êrîşên li ser Xezzeyê di Cotmeha 2023an de heta niha hejmara şehîdan gihîştiye 74 hezar û 250 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 278 kesan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îşxalkerên sîyonîst ketin gundê Cebata el-Heşeb li gundewarê Quneytrayê, bi çekê kesekî seqet birîndar kirin û revandin.
UNICEFê ragihand ku ji dema ku di meha Gulanê de li Komara Demokratîk a Kongoyê vîrusa Ebolayê hate ragihandin, 2 hezar û 76 zarok bi wê vîrusê ketine û ji wan 1 hezar û 162 zarok mirine.
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku ji ber sînordarkirinên temînkirinê yên ji aliyê rejîma sîyonîst ve hatine danîn, xizmetguzariyên av û paqijiyê li Xezzeyê asteng bûne, û nêzîkî nîv milyon kes li seranserê Xezzeyê bi kêmbûna gihîştina ava vexwarinê re rû bi rû ne.