Trump Îranê tehdîd kir: Heger bernameya nukleerî dîsa dest pê bike em ê lêxinê

Serokê Emrîkayê Donald Trump, got ku heger Îranê ji nû ve dest bi bernameya nukllerê bike em ê ji bo midexeleya leşkerî amade ne. Trump, îddîa kir “Me bernamaya nukleer a Îranê tune kir” encax raporên îstîxbarat a Washingtonê ji vêya re bi şibheyê dinêrin.
Li Qesra Spî Serokê Emrîkayê Donald Trump, ji rojnamegeran re daxuyanî da û ji Îranê re tehdîdekî nû kir. Trump got, “Me bernameya nukleer a Îranê bi temamî tune kir. Ez wisa hêvî dikim ku ji nû dest pê nekin çîmkî di rewşekî ewakî de em mecbur in ku bi lez û bez tevbigerin.”
Îşxalkeran 12 roj tesîsên nukleer a Îranê, baregehên leşkerî û herêmên sîvîlan hedef girtibûn, di van êrîşan de gelek sîvîl û payebilind şehîd bûbûn. Daxuyanîya Trump jî piştî vê herba 12 rojan hat gotin.
Îranê jî li hember vê êrîşê bi fuzeyan zerarek û xerabûneke mezin dabû axên îşxalkirî. Di heman demê de Emrîkayê jî li Îranê sê tesîsên nukleerî hedef girtibû, bireveberîya Trump îddîa kiribû ku ew temamî kapasîteyên nukleerî ji holê rakirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qezaya madenê ya li Endonezyayê de, ku piştî nîvro pêk hat 7 karkeran canê xwe ji dest dan.
Li gorî raporên medyaya îşxalker, HAMAS di peymana pevguhertina êsîran a bi rejîma îşxalker re de şertek e ku Merwan el-Bergussi rêberê Filistînî yê ku demek dirêj e êsîr e were serbest berdan.
Rejima sîyonîst ku êrîşî Fîloya Sumuda ku ji bo şikandina dorpêça Xezzeyê derketibû kir, aktîvîstên ku desteserkiribû ji wan 29ê wan dersînorê Spanyayê kir. Aktîvîstan gotin ku di desteserkirinê de birçî û tî hatine hiştin.