Li Endonezyayê qezaya madenê: 7 kes mirin

Di qezaya madenê ya li Endonezyayê de, ku piştî nîvro pêk hat 7 karkeran canê xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku her heft karkerên ku di encama hezazê de li Kana Binerdî ya Grasberg Block Cave ya PT Freeport li parêzgeha Papua ya Navîn a Endonezyayê asê mabûn, mirine.
Bûyer, di 8ê Îlonê de li Mimika Regency qewimî.
Tîmeke hevbeş ji PT Freeport Indonesia, Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Madenî, polêsên herêmî, Ajansa Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Neteweyî û Ajansa Rêveberiya Karesatên Herêmî roja Yekşemê piştî 27 rojan ji hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê yên berdewam, pênc cenazeyên dawî dîtin. Du qurbanîyên din di 20ê Îlonê de hatin dîtin.
PT Freeport Indonesia got ku pêvajoya vegerandinê ji ber cihê aloz û nêzîkî 800.000 ton maddeya şil (tevlîheviyek ji ax, herîyê, kevir û kevirên bi rêjeyek bilind a avê) ku cih binax kirîye pir dijwar bû.
Her çiqas lêpirsîna sedema qezayê berdewam bike jî, şîrketê ragihand ku ew ê pêvajoyek berfireh û zelal bicîh bînin da ku di pêşerojê de bûyerên bi vî rengî neqewimin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî raporên medyaya îşxalker, HAMAS di peymana pevguhertina êsîran a bi rejîma îşxalker re de şertek e ku Merwan el-Bergussi rêberê Filistînî yê ku demek dirêj e êsîr e were serbest berdan.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, got ku heger Îranê ji nû ve dest bi bernameya nukllerê bike em ê ji bo midexeleya leşkerî amade ne. Trump, îddîa kir “Me bernamaya nukleer a Îranê tune kir” encax raporên îstîxbarat a Washingtonê ji vêya re bi şibheyê dinêrin.
Rejima sîyonîst ku êrîşî Fîloya Sumuda ku ji bo şikandina dorpêça Xezzeyê derketibû kir, aktîvîstên ku desteserkiribû ji wan 29ê wan dersînorê Spanyayê kir. Aktîvîstan gotin ku di desteserkirinê de birçî û tî hatine hiştin.