Nivîskar Sevînîk: Ewlehî û Hizûr bi xwedîderketina îlîm, îrfan û mîrasê mimkin e

Nivîskar Nasuh Sevînîk ku di Panêla Melayê Cizîrî ya ku ji teref Kovara Banga Heq ve hat tertîpkirin de axivî weha got, “Rêya tesîskirina ewlehî, hizûr, pêşveçûn û serfirazîyê bi kaos, herb, pevçûn, înkar û asîmîlasyonê nabe; encax bi xwedîderketina îlîm, îrfan, mîras, dîrok û koka xwe û parastina nirxên însanî mimkin e.”
Kovara Banga Heq, li navçeya Cizîra Şirnexê bi şîara “Stêrka Asîmanên ‘Işq û Îrfanê: Melayê Cizîrî” panêlek tertîp kir.
Ji panêlê re ji çar alîyê Kurdistanê gelek kes beşdarî bûn, Nivîskarê Banga Heq Nasuh Sevînîk jî beşdarî panêlê bûn û axavtinek kir.
Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û axavtinên silavdayînê hatin kirin.
Sevînîk, di serê axavtina xwe de ji Kovara Banga Heq re sipas kir.
Sevînîk weha got, “Îro em tev hatine li vê derê cem hev da ku em van mezinên xwe yên ku di nava Cizîra Botan de hatine dinyayê. Û bi îlm û îrfana xwe, bi îlm û edebîyat û şiîrên xwe feyde dane mîrasa çandîya cîhanê û ew pêşve birine bi rehmetî yad bikin. Melayê Cizîrî alimek li tefsîr, hedîs, fiqih, mentiq, felsefe û astronomîyê de gelek kur e. Lê di warê eşqa îlahî û tesewwûfê de Qewwasê Behra Emîq e. Ustadê me Bedîûzzeman Seîdê Kurdî, eşqê weha terîf dike. Eşq: Muhabbetek dijwar e, wexta berê xwe dide yarek fanî, ya xwedîyê xwe di ezab û elemê de dihêle û perîşan dike yan jî ji ber ku ew yarê fanî ne layiqê wê eşqa dijwar e devjê dide berdan û li pey yarê ebedî dikeve. Bi vî şeklî ev eşqa mecazî tebdîlî eşqa îlahî û eşqa heqîqî dibe.”
“Çareserîya rastîn li ser bingeha biratî û edaletê tê lêkirin”
Sevînîk di axavtina xwe de îfade kir ku Melayê Cizîrê di şiîrên xwe de qala eşqa heqîqî û îlahî dike, “Melayê Cizîrî bi şiîr û helbestên xwe vê eşqê bi her rengî ji me re pêşkêş dike. Vê mifta hîkmet û îrfanê derîyê esrara eşqa îlahî ji me re vedike. Ew ne tenê ustadê gotinê ye, di heman demê de ustadê menayêye jî. Dostên ezîz û dilovan em bes bajarekî temsîl nakin. Di heman demê de em beldeyekî wisa temsîl dikin ku ew belde di bin sîya Çûyayê Cudî de ye, warê Hezretî Nuh e. Ew warê ku piştî tufanê dîsa bûye wargeha însanîyetê û însanîyet ji vî welatî ji vê erdê berbelav bûye dîsa. Li ser van axan Wekî ku hûn li vê derê jî dibînin, Ebûl Îz El Cezerî mezin bûye, ku ew mucîdê zanista sîbernetîk-robotîkê ye. Nîşanê me daye û hînê me kirîye. Ger îlîm feyde bide encax wê demê dibe xwedîyê qedr û qîmeta ku heq kirîye. Birayên Îbnûl Esîr, li ser van axan hatine dinyayê û li van deran mezin bûne. Wan di warê îlmê dîrok, edebîyat û hedîsê de ji dinyayê re bûne fener û ronahî. Ew vê heqîqetê tînin bîra me. Ew milletên ku heqîqetên wan nayên qeydkirin bi hafîzde dimînin, kesên ku bêhafîze bimînin di demê de tune û winda dibin. Dîsa li ser van axan Şêx Seyda Seyyîd Qedrî û Seyyîd Elîyê Findiqî bi hîkmet û tasawwûfê bi îlm û şiîrên xwe bi heqîqet bi beytan neqiş kirine û rêya îrfanê li me vekirine. Dîsa alim û arifên wek Şêx Muhammed Nurullah û wekî Şêx Muhammed Zekî ser van erdan hatine dinyayê. Wan îlmên fennî û îlmên dînî anîne cem hev û hem bûne ehlê hereketê hem jî bûne ehlê îlmê. Heyata van vê dersê dide me; dema ku bawerî eql û îlm bibe yek millet û welat îhya dibin û pêşve diçin. Cemaeta hazir mêvanên bi qedr û qîmet. Ev şexsîyetên ku navê wan li vê derê hatin zikirkirin û gelk kesayetên din mîna wan bes vê heqîqetê nîşanê me didin. Rêya tesîskirina ewlehîyê, hizûr, pêşveçûn û serkeftinê ne bi kaos, şer û pevçûn, înkar û asîmîlasyonê ye. rêya tesîskirina van heqîqetan encax bi îlmê û îrfan, xwedîderketina mîrasa xwe û tarîxa xwe û koka xwe û parastina nirxên xwe yên însanî ne. Em tev dibînin û şahidin wekî millet, wexta ku em ji van heqîqetan dûr dikevin çi felaket û musîbet serê me de têne û em çiqasî zehmetîyê dikşînin. Di van rojan de prokeyên çareserîyê têne kirin, lê belê em dizanin ku çareserîya rastîn û heqîqî ew e ku avakirin û lêkirina nîzamek li ser bingeha silh û biratîyê, li ser esasên heq û edaletê, temînkirina heq û hiqûqê însanî di sîstemek adil de ye. Ha ev ew heqîqete ku eşqa Melayê Cizîrî û hafiza û îlmê biraderên Îbnûl Esîr û îrfana Şêx Nurullah nîşanê me didin.”
Nasuh Sevînîk di dawîya axavtina xwe de weha got:
“Dostên bi qedr û biqîmet em warisên cezûr û xîretkeşê welat û milletê xwe ne. Em mexbur in ku li mîrasa Hezretî Nuh, li bereketa Çîyayê Cudî, li hîkmetê alim û arifên xwe xwedî derkevin. Lewra em dikarin encax bi mîrasê wan pêşîya xwe bibînin û gavên saxlem ber bi îstîqbalê ve bimeşin. Bi vê seqîneya necatê bighêjîn sahilê selametê. Gelek mamoste, xoce, alim, akademîsyen û dostên hêja û qedir bilind ku li vê deêr hazir bûne. Ez dixwazim weke mîhmandar li ser navê birayên xwe yên Cizîrî ji wer hemîyan re yek bi yek silav û sipas û hûrmetê xwe teqdîm bikim.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Yekîtîya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA) her sal civînek bi navê hevdîtina aliman li dar dixe, wê vê hefteyê hevdîtina 10emîn bi navê “Hewlên Îdeolojîk A Li Ser Bingeha Nasnameya Me Ya Îslamî” wê di 11-12 Cotmehê de li Dîyarbekirê li dar bixe.
Parlamenter û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli di panêla ku ji teref Kovara Banga Heq ve hat tertîpkirin de axivî û got, “Kengî me pala xwe da wan, wê çaxê ew ê pişta me neyê xwarê. Werin em jî vê carê goh bidin Melayê Cizîrî û alimên me yên mezin.”
2 karkerên ku li Mamaka Enqereyê di qata 12emîn a înşeatekî de dixebitîyan, ji ber ku asansora bar parçe bû û ket xwarê canê xwe ji dest dan.