Parlamenterê HUDA PARê Ramanli: Divê em goh bidin Melayê Cizîrî û seydayên xwe

Parlamenter û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli di panêla ku ji teref Kovara Banga Heq ve hat tertîpkirin de axivî û got, “Kengî me pala xwe da wan, wê çaxê ew ê pişta me neyê xwarê. Werin em jî vê carê goh bidin Melayê Cizîrî û alimên me yên mezin.”
Kovara Banga Heq, li navçeya Cizîra Şirnexê bi şîara “Stêrka Asîmanên ‘Işq û Îrfanê: Melayê Cizîrî” panêlek tertîp kir.
Ji panêlê re ji çar alîyê Kurdistanê gelek kes beşdarî bûn, Parlamenterên HUDA PARê Serkan Ramanli û Şahzade Demîr jî beşdarî panêlê bûn.
Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û axavtinên silavdayînê hatin kirin.
Ramanli, di serê axavtina xwe de ji Kovara Banga Heq re sipas kir.
Ramanli weha got, “Gelî Bira! Her wek seydayê me Mele Mizgîn jî got ku hêj zaroktîya min zimanê min bi min şêrîn bû bi wesîleya wî. Xwedê wî ji serê me kêm neke. Îro em pir bi mûşerref in ku em li cem hev in, em li gel wî ne, bi îzna Xwedê em ê jê jî hê bi deh salan îstîfade bikin. Her wek seydayê me jî got, pêşîvanê me, rêzanê me, alimê me van zatên mezin ku îro em bûne mêvanê wan bi sedsalan ‘Işq û evîn û hîkmet û îbadetê bi me dane naskirin û hezkirin. Helbet ji ber ku şiîrên wan, nivîsên wan û xebatên wan tabiîbûn, haya me ji zimanê me heye.”
Ramanli destnîşan kir û got, “Her çiqas em di muhafezekirina zimanê xwe de em ne zêde bixîret bin jî îro ew stûn û qaîdene ji me re.”
Ramanli di dawîya axavtina xwe de weha got, “Kengî me pala xwe da wan, ew ê pişta me neyê xwarê. Îro em di rewşek wiha de ne ku şer û pev.ûn, xwîn û kuştin bûye qedera me. De ka werin vê carê em jî goh bidin van seydayên xwe, Melayê Cizîrî û van zatên mezin. Em jî wek wan bibine saqîyê ava jîn û heyatê. Em bibine saqîyê şerbeta muhabbet û ‘Işqê. Em berê xwe ji pevçûn û şer dagerînin. Em destê xwe ji xwîn û kuştinê vekişînin. Înşaallah van zatên mezin hem bibîranîna me ku bi îman û îxlasa me hem jî çand û hûnera me wê rêya me ronî bikin. Bi van hîssîyatan ez Banga Heq pîroz dikim. Xwedê ji birayên me razî be û fealîyeatên wiha înşaallah berdewam bibi. Û em ji van mezinên xwe û seydayên xwe têr bibin. Emanetê Xwedê bin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Yekîtîya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA) her sal civînek bi navê hevdîtina aliman li dar dixe, wê vê hefteyê hevdîtina 10emîn bi navê “Hewlên Îdeolojîk A Li Ser Bingeha Nasnameya Me Ya Îslamî” wê di 11-12 Cotmehê de li Dîyarbekirê li dar bixe.
Nivîskar Nasuh Sevînîk ku di Panêla Melayê Cizîrî ya ku ji teref Kovara Banga Heq ve hat tertîpkirin de axivî weha got, “Rêya tesîskirina ewlehî, hizûr, pêşveçûn û serfirazîyê bi kaos, herb, pevçûn, înkar û asîmîlasyonê nabe; encax bi xwedîderketina îlîm, îrfan, mîras, dîrok û koka xwe û parastina nirxên însanî mimkin e.”
2 karkerên ku li Mamaka Enqereyê di qata 12emîn a înşeatekî de dixebitîyan, ji ber ku asansora bar parçe bû û ket xwarê canê xwe ji dest dan.