Tevgera Ensarullah ji bo Hizbullahê peyama sersaxiyê belav kir
Seyid Ebdulmelik Hûsî, serokê Tevgera Ensarullahê ya Yemenê, ji ber şehîdbûna fermandar Seyyîd Heytem Elî Tebtebayî û çekdarên Hizbullahê yên ku pê re bûn, peyameke sersaxiyê ji Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim re şand.
Ebdulmelîk Hûsî ji bo Seyyîd Heytem Elî et-Tebtebaî (Seyid Ebû Elî), yek ji fermandarên payebilind ên Hizbullahê, û endamên Hizbullahê yên ku pê re şehîd bûn, ji Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Şêx Neîm Qasim re peyamek sersaxiyê şand.
Ebdulmelîk Hûsî di peyama xwe de ji bo şehadeta El Tebtebayî sersaxî ji rêveberiya Hizbullahê, endam û alîgirên wê û tevahiya aliyan xwest û xemgîniya xwe ya kûr anî ziman.
Ebdulmelîk el-Hûsî diyar kir ku ew wekî tevger bi Hizbullahê re di "hevkariya tevahî" de ne û tekez kir ku ew li dijî êrişa rejîma îşxalker a li dijî Ummetê "li cem Hizbullahê ne".
Di peyamê de, Ebdulmelîk Hûsî weha got, "Bi minasebeta şehadeta birayê me yê delal, fermandarê mezin ê cîhadîst Seyyîd Heytem Elî el-Tebtebaî (Seyyîd Ebû Elî), û birayên din ên ku bi wî re şehîd bûne, em sersaxî û xemgîniya xwe ya kûr ji we, hemî birayên me yên li Hizbullahê, û piştgirên wan ên birûmet û bingeha giştî ya dilsoz re pêşkêş dikin. Em hevgirtina xwe ya tevahî piştrast dikin û li dijî zilma 'îsraîlê' ya li ser tevahiya Ummeta me li kêleka we ne. Em bi tevahî bawer dikin ku soza îlahî ya hilweşandina hebûna demkî ya sîyonîst dê di dawiyê de pêk were, çi qas serbilind, zalim û sûcdar be jî. Bi rastî, her tiştê ku ew dike tenê vê hilweşandinê bileztir dike." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara Emrîkayê ya zêdekirina Cartel de los Soles, ku serokê Venezuelayê Nicolas Maduro îddîa dike ku ew pêşengiya wê dike, li navnîşa terorê wekî biryarek yekalî bi nav kir û ragihand ku ew bi fikarek cîddî nîqaşên pevçûnê yên di navbera her du welatan de dişopînin.
Hamasê, di çarçoveya peymana agirbestê de cesedê sîyonîstekî dinê jî teslîmî Xaça Sor kir.
Artêşa îşxalê îfade kir ku bi tevî êrîşên dawîn ên sîyonîstan li Xezzeyê hejmarê şehîdan bi zêdebûna 17 kesan derketîye 69 hezar û 775an.