HAMASê cesedê sîyonîstekî dinê jî teslîm kir
Hamasê, di çarçoveya peymana agirbestê de cesedê sîyonîstekî dinê jî teslîmî Xaça Sor kir.
Hat îfadekirin ku cenazeya êsîrekî sîyonîst ji teref Hamasê ve ji Xaça Sor re hat teslîmkirin.
Artêşa îşxalê, îfade kir ku ew cesedê sîyonîst bi navbeynkarîya Xaça Sor teslîm girtine.
Hat destnîşankirin ku ji bo tespîtkirina nasnameya sîyonîst cenaze ji Sazîya Tip a Edlî re hat sewqkirin.
Tê texmînkirin ku hêna jî 2 cesedê sîyonîstan di destê Hamasê de ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara Emrîkayê ya zêdekirina Cartel de los Soles, ku serokê Venezuelayê Nicolas Maduro îddîa dike ku ew pêşengiya wê dike, li navnîşa terorê wekî biryarek yekalî bi nav kir û ragihand ku ew bi fikarek cîddî nîqaşên pevçûnê yên di navbera her du welatan de dişopînin.
Seyid Ebdulmelik Hûsî, serokê Tevgera Ensarullahê ya Yemenê, ji ber şehîdbûna fermandar Seyyîd Heytem Elî Tebtebayî û çekdarên Hizbullahê yên ku pê re bûn, peyameke sersaxiyê ji Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim re şand.
Artêşa îşxalê îfade kir ku bi tevî êrîşên dawîn ên sîyonîstan li Xezzeyê hejmarê şehîdan bi zêdebûna 17 kesan derketîye 69 hezar û 775an.