Rejima sîyonîst li Xezzeyê qetlîamekî nû pêk anît: Herî kêm 48 şehîd
Balafirên herbê yên sîyonîstan li bakur, orte û başûrê Xezzeyê êrîşên asîmanî pêk anîtin. Di encama van êrîşan de herî kêm 48 kes şehîd bûn. Îşxalkeran di vê êrîşê de çadiran, herêmên ku sîvîl lê dicivin û xanîyan hedef girt.
Êrîşên rejima îşalker ên li dijî Xezzeyê bênavber berdewam dikin.
Îşxalkeran, li Bakurê Cîbalîyeyê, Deyr el-Balah, kampa Penaberan a Nuseyratê û li derdorê Xan Yûnisê hedef girtin.
Li dijî çadirên Kampa Penaberên En-Necata herêma Mewasîyê êrîşeke asîmanî hat lidarxistin. Di êrîşê de li gorî dîyarîyên ewil 4 kesan canê xwe ji dest dan. Ekîbên aîdê Nexweşxaneya Kuveytê, mirî û birîndarên di bin kavilan de derxistin derve.
Di êrîşa ku li dijî derdorê Nexweşxaneya Kuveytê hat lidarxistin de jî 9 kes şehîd bûn. Mirovên ku xwe sipartibûn herêm El-Nerakeya Deyr el-Belahê jî hatin hedefgirtin û di encamê de 5 kes şehîd bûn.
Dema ku sîvîl dicivîyan hatin bomberdmankirin
Sîvîlên ku li ser Ceddeya Zuhura nav Kampa Penaberên Nuseyratê civîyan jî hatin hedefgirtin, di encamê de 3 kes şehîd bûn, li Ceddeya Mahkemeya bajarokê Cîbalîyeyê jî malekî hat hedefgirtin, di encamê de 3 kes jî li vê derê hatin qetilkirin.
Hat îfadekirin ku li herêma “Dûwara Ebû Hamîd” a navenda Xan Yûnisê jî êrîş hat lidarxistin û di êrîşê de jî malbatên Burbah û Mezyenê şehîd bûn.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên tendurîstîyê hatine bidestxistin, di êrîşên ku ji serê sibeha înê hatîye lidarxistin vir ve hejmarê şehîdan derket 48 kesan. 10 Filistînîyên ku li hêvîya alîkarîyê bûn jî di nav şehîdan de ne.
Xeyn ji van agahîyan rejima îşxalker li Cîbalîyeyê jî xebatên xwe yên wêrankirinê didomîne, di encamê de gelek canîyan tune kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîş û serdegirtinên rejîma siyonîst de, zêdetirî 100 Filistînî, ku di nav wan de kesayetên sîyasî û êsîrên berê yên Filistînî jî hene, hatine desteserkirin.
Li Bangladeşê ji ber nexweşiya Taya Dangê îsal heta niha 401 kes mirine.
Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Xalid Meşal, got ku divê îdareya bireveberîya Filistînê bi temamî di destê Filistînîyan de be, derheqê meseleya çekan de jî pêşnîyarên rastîn û yê ku mirov dikare tetbîq bike pêşnîyar kirine.
Washington, dibêje ku ji bona merhaleya duyemîn li pişt derîyan hevdîtin têne kirin. Emrîka, hêvî dike ku ew ê hêza îstîqrar a navneteweyî di mehên ewil a sala nû de li Xezzeyê were bicîhkirin.