Rejîma îşxalker li Şerîaya Rojava gelek herêman talan kir
Rejîma îşxalker îro serê sibê bi ser gelek deverên Şerîaya Rojava de girt û gelek kes desteser kir.
Hat ragihandin ku leşkerên rejîma îşxalker di serdegirtinan de êrîşî Filistîniyan kirine û ew bi neheqî muamele kirine.
Li gorî çavkaniyên herêmî, rejîma îşxalker îro danê sibê êrîşî bajarên El-Bireh û Tulkerem kir û gelek kes desteser kir.
Li gorî agahiyan, rejîma îşxalker êrîşî Kampa El-Farîya ya li başûrê Tubasê û bajarokê Tamunê kiriye, li malan lêgerîn kiriye lê ti kes nehatiye desteserkirin.
Her wiha hat ragihandin ku rejima îşxalker bi gelek wesayîtên leşkerî êrîşî Erîha û Kampa Akabetu Caber a li başûr kiriye, leşkerên îşxalker li gelek kolanan, di nav de Kolana Emman û Kolana El-Mightas, geriyane, di dema serdegirtinan de gaza rondikrêj hatiye bikaranîn û ti kes nemiriye û ne jî birîndar bûye.
Rejîma îşxalker rojane li deverên cûda yên Şerîaya Rojava serdegirtinan dike, gelek kesan digire û malan lêdigerîne.
Rejîma îşxalker ku bi gelemperî di derengiya şevê de an jî di serê sibê de dema ku mirov di xew de ne, êrîşî malan dike, bi hinceta lêgerîna malên wan, niştecihan ditirsîne û zirarê dide eşyayên wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Emmar Yaser Muhammed Taamra yê 16 salî ku di êrîşa rejîma siyonîst a li ser bajarokê Tekû yê li Şerîaya Rojava de bi guleyan bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyê şehîd ket.
Deh esîrên Filistînî yên ji Xezzeyê ku di zindanên rejîma sîyonîst de ne, piştî serbestberdanê ji ber rewşa tenduristiya xwe ji bo Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê ya li Dêr Belehê hatin veguhastin.
IHO EBRAR, rêxistineke alîkariya mirovî ya navneteweyî ye ku bi çalakiyên xwe yên alîkariyê ji bo kesên hewcedar hem li hundir û hem jî li derveyî welat tê nasîn, li Etiyopyayê, ku yek ji welatên herî xizan ên Efrîqayê ye, projeyek tenduristiyê ya girîng pêk aniye.
Di encama qulipîna otobûsê ya li Îranê de 13 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn.