Putîn û Trump meseleya Ukraynayê axivîn

Serokê Emrîkayê Donald Trump, bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn re li ser telefonê hevdîtinek pêk anît.
Hat îfadekirin ku Validimir Putin îfade kirîye ku ew ê Rûsya ji hedefên xwe yên li Ukraynayê venegere.
Şêwirmendê Kremlînê Yurî Uşakov, diyar kir ku Putîn û Trump wek hev difikirin ku têkilîyên xwe berdewam bikin.
Hevdîtina ku di navbera herdu serokan de hat lidarxistin seatek berdewam kir, xeyn ji meseleya Ukraynayê meseleyên li Rojhilata Navîn jî hatin bidestxistin.
Hat ragihandin ku Vladimir Putîn di meseleya Îranê de got ku divê tenê bi rêya dîplomasîyê bê çareserkirin.
Donald Trump jî, di hevdîtinê de ji Serokê Rûsyayê re got ku ew dixwaze pevçûna li Ukraynayê bi lez û bez bidawî bibe.
Uşakov destnîşan kir ku têkilîyên di navbera Rûsya û Emrîkayê jî hatin bidestxistin, bi taybetî hinek meseleyên lêkolînên fezayî û beşên enerjîyê hatin axavtin ku bila bikevin merîyetê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa ku bi wesayîteke hewayî ya bêmirov (UAV) ya îşxalkerên sîyonîst li herêma Halde ya li başûrê paytext Beyrûtê hat lidarxistin de wesayîtek hat hedefgirtin di encamê de kesek şehîd bû û sê kes birîndar bûn.
Lêkolîneke berfireh a ku ji teref Ajansa Associated Press (AP) ve hatiye weşandin, eşkere kiriye ku şîrketên ewlehiyê yên Emrîkayê yên ku ji teref rejîma sîyonîst ve tên piştgirîkirin, li ser sivîlên birçî yên ku ji bo wergirtina alîkariya xwarinê li Xezzeyê kom bûne, gule berdane, bombeyên deng û gaza rondikrêj bikar anîne.
Wezareta Weqfê ya Xezzeyê ji bo alîkariyê bangewaziyek lezgîn kir û ragihand ku ji ber êrîşên îşxalê yên berdewam, li Xezzeyê gor qediyane û mirov mecbûr in ku şehîdên xwe li dibistan, nexweşxane û baxçeyên malan defin bikin.
Rûsyayê, bi fermî Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê nas kir. Rûsyayê, bi vê gavê, bû welatê yekem a ku Emîrtîya Îslamî bi fermî nas dike.