Sîyonîstên îşxalker êrîşî Lubnanê kirin

Di êrîşa ku bi wesayîteke hewayî ya bêmirov (UAV) ya îşxalkerên sîyonîst li herêma Halde ya li başûrê paytext Beyrûtê hat lidarxistin de wesayîtek hat hedefgirtin di encamê de kesek şehîd bû û sê kes birîndar bûn.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê de derbarê mijarê de hat diyarkirin ku droneke îşxalker a sîyonîst dema wesayîtek li ser rêya sereke diajot hedef girtiye û li gorî agahiyên destpêkê kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyekê de ji teref artêşa îşxalker ve hat îddîakirin ku di êrîşê de endamekî Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê hatiye hedefgirtin.
Nasnameya kesê ku hedef hatiye girtin hêj nehatiye eşkerekirin.
Digel agirbesta di navbera rejîma sîyonîst û Lubnanê de ku di 27ê Mijdara 2024an de ket meriyetê, êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa îşxalker li ser başûrê Lubnanê berdewam dikin.
Ji dema ku agirbest ketiye meriyetê ve, rejîma sîyonîst nêzîkî 3 hezar îxlalkirinan kiriye, di encamê de herî kêm 213 kes hatine kuştin û 508 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Lêkolîneke berfireh a ku ji teref Ajansa Associated Press (AP) ve hatiye weşandin, eşkere kiriye ku şîrketên ewlehiyê yên Emrîkayê yên ku ji teref rejîma sîyonîst ve tên piştgirîkirin, li ser sivîlên birçî yên ku ji bo wergirtina alîkariya xwarinê li Xezzeyê kom bûne, gule berdane, bombeyên deng û gaza rondikrêj bikar anîne.
Wezareta Weqfê ya Xezzeyê ji bo alîkariyê bangewaziyek lezgîn kir û ragihand ku ji ber êrîşên îşxalê yên berdewam, li Xezzeyê gor qediyane û mirov mecbûr in ku şehîdên xwe li dibistan, nexweşxane û baxçeyên malan defin bikin.
Rûsyayê, bi fermî Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê nas kir. Rûsyayê, bi vê gavê, bû welatê yekem a ku Emîrtîya Îslamî bi fermî nas dike.