Şehîdên Xezzeyê di hewşa nexweşxane û dibistanan de hatin veşartin

Wezareta Weqfê ya Xezzeyê ji bo alîkariyê bangewaziyek lezgîn kir û ragihand ku ji ber êrîşên îşxalê yên berdewam, li Xezzeyê gor qediyane û mirov mecbûr in ku şehîdên xwe li dibistan, nexweşxane û baxçeyên malan defin bikin.
Her ku êrîşên qirkirinê yên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê roj bi roj kûrtir dibin, Wezareta Weqf û Karûbarên Dînî ya Xezzeyê daxuyaniyek balkêş da. Wezaretê ragihand ku goristanên li piraniya Xezzeyê bi tevahî tijî bûne û li gelek herêman, şehîd niha li baxçeyên nexweşxaneyan, hewşên dibistanan û li ber malan hatine veşartin.
Li gorî daxuyaniyê, ji Cotmeha 2023an vir ve di êrîşan de zêdetirî 40 goristan bi tevahî an qismî wêran bûne. Her wiha gihîştina goristanên li deverên di bin kontrola îşxalkeran de ne mimkun e. Ev yek bûye sedema kêmbûna cîh li goristanên ku niha tên bikaranîn û kombûna cenazeyan di morgên nexweşxaneyan de.
"Cihên vekirî bûne goristanên mecbûrî"
Wezareta Weqfan di daxuyaniya xwe de tekez kir ku li deverên wekî "Mewasî" ku mirov ji ber sîyaseta "tehliyekirina bi zorê" ya îşxalker bi girseyî lê penaber bûne, gorên nû nayên vekirin û mirov bi bêhêvî li cîhek digerin ku şehîdên xwe veşêrin. Her wiha hat diyarkirin ku ji ber dorpêça ku ji hêla rejîma sîyonîst ve hatiye sepandin, destûr nayê dayîn ku kefen, materyalên avahîsaziyê û alavên bingehîn ên ji bo definkirinê hewce ne werin anîn Xezzeyê, ji ber vê yekê prosedurên definkirinê ne mumkin in.
"Bangek ji bo mirovahî û berpirsiyariya Îslamî"
Wezaretê bang li cîhana îslamî, rêxistinên xêrxwazî û parêzvanên mafên mirovan kir ku piştgiriyê bidin kampanyaya ku bi navê "Îkram" hatiye destpêkirin. Armanca kampanyayê avakirina gorên belaş û temînkirina materyalên pêwîst e da ku şehîd bi rûmet werin veşartin.
Gelê Xezzeyê di talûkeya wê de ye ku piştî deh hezaran şehîdan nikaribin cenazeyên xwe li gorî rêûresmên dînî defin bikin. Ev rewş rûyekî din ê polîtîkayên şer ên îşxalker eşkere dike ku ne tenê zindiyan, lê miriyan jî hedef digirin. Jiyan li Xezzeyê heta piştî mirinê jî bi zilma dagirkeriyê berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa ku bi wesayîteke hewayî ya bêmirov (UAV) ya îşxalkerên sîyonîst li herêma Halde ya li başûrê paytext Beyrûtê hat lidarxistin de wesayîtek hat hedefgirtin di encamê de kesek şehîd bû û sê kes birîndar bûn.
Lêkolîneke berfireh a ku ji teref Ajansa Associated Press (AP) ve hatiye weşandin, eşkere kiriye ku şîrketên ewlehiyê yên Emrîkayê yên ku ji teref rejîma sîyonîst ve tên piştgirîkirin, li ser sivîlên birçî yên ku ji bo wergirtina alîkariya xwarinê li Xezzeyê kom bûne, gule berdane, bombeyên deng û gaza rondikrêj bikar anîne.
Rûsyayê, bi fermî Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê nas kir. Rûsyayê, bi vê gavê, bû welatê yekem a ku Emîrtîya Îslamî bi fermî nas dike.