Peyayek din li ser rêya Pirsûsê canê xwe ji dest da

Di qezaya ku li ser rêya Riha-Pirsûsê qewimî de, Î.Ç. yê 21 salî dema ku hewl dida rê derbas bike, ji aliyê kamyonekê ve li cihê bûyerê hate xistin û mir.
Li herêma Payamliyê, kamyona bi plakaya 80 HB 245 ku H.O. diajot, li Î.Ç. yê ku hewl dida rê derbas bike qelibî.
Xortê ku ji ber lêdanê bi giranî birîndar bûbû, tevî mudaxeleya ekîbên tenduristîyê yên li cihê bûyerê canê xwe ji dest da. Cenazeyê wî ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.
Wêneyên ku piştî qezayê ji hêla kameraya ewlehiyê ya xaniyekî nêzîk ve hatine kişandin panîk û bêçaretiya kesên li dora wan nîşan didin.
Ev rêya ku behsa wê tê kirin, ji ber trafîka zêde û binesaziya nebaş demek dirêj e ku bûye sedema qezayan. Ev rewş bi salan e ku bûye sedema nerazîbûna raya giştî û banga tedbîran dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajara Reşt a Îranê, ji ber xazê teqînek pêk hat di encama teqînê de 13 kes birîndar bûn.
Li Xezzeyê di nav 24 seatên dawîn de ji ber kêmasîya xwarinê û birçîna 18 ke şehîd bûn.
Di operasyona Orient Ekspres a ku li Derîyê Sînora Kapitan Andreevoya Bulgaristanê ku li hember Kapikuleya Edîrneyê ye hat lidarxistin de, di nav wesayîtekî dîplomatîkî de 206 kîlo kokaîn hat bidestxistin.
Li başûrrojavaya Ekvadorê bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 9 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.