Li Ekvadorê êrîşa çekdarî: 9 mirî, 2 birîndar

Li başûrrojavaya Ekvadorê bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 9 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
Bûyer, li herêma Guayasa başûrrojavaya welat pêk hat.
Desthilatdarên Ekvadorê îfade kirin ku komeke zilamên çekdar li taxa General Villamil Playasê ku yek ji taxên beşa zilamên karker e, li ser însanan gule reşandin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Serdozgerîya Ekvadorê ve hat belavkirin, mirovên çekdar, bi çekan êrîşî însanan kirin.
Rayedarekî polêsan Jhanon Varela daxuyand ku di êrîşê de du kes birîndar bûne û li nexweşxaneyê têne tedawîkirin.
Walîyê Guayasê Marcela Aguinaga li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got, “Şîddet dixwaze ku em çok deynin, bêdeng bibin, û me hînê dehşetê dike. Lê em ê bêndeng nemînin û teslîm nebin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Jetekî leşkerî yê aîdê Hêzên Hewaya Bangladeşê, li Dakkayê li ser dibistanekî ket xwarê, di encamê de mirî û birîndar hene.
Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, destnîşan kir ku Misilmanên li Xezzeyê di bin êrîşên rejima îşxalker a hov de bi birçîbûnî û nexweşîyan re micadele didin, ji ber vê yekê bang li alema Îslamê kir ku bila bi lez û bez alîkarîyê bikin.
Serdozgerî Bajarê Bucnurdê, daxuyand ku li bakurê Xorasanê du sîxûrên MOSSADê hatin tespîtkirin û qefaltin.
Li bajara Reşt a Îranê, ji ber xazê teqînek pêk hat di encama teqînê de 13 kes birîndar bûn.