Li Îranê teqîn: 13 birîndar

Li bajara Reşt a Îranê, ji ber xazê teqînek pêk hat di encama teqînê de 13 kes birîndar bûn.
Li ser Ceddeya Şehîd Bahoner a bajara Reşt a girêdayê wîlayeta Gîlana bakurê Îranê, teqînek pêk hat, di encama teqînê de 13 kes birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku di teqînê de navendekî hînkirina ziman, dikanekî zêran, çend wesayît û hinek dikanên derdorê zerarê dîtin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Îtfaîyeya Reştê derheqê meseleyê de daxuyanî da û îfade kir ku sedema teqînê ji ber erdgazê ye.
Li gorî daxuyanîya Serdozgerîya Reştê jî teqîn di dikanekî zêran difroşe de pêk hatîye û di bûyerê de candayîn çênebûye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Jetekî leşkerî yê aîdê Hêzên Hewaya Bangladeşê, li Dakkayê li ser dibistanekî ket xwarê, di encamê de mirî û birîndar hene.
Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, destnîşan kir ku Misilmanên li Xezzeyê di bin êrîşên rejima îşxalker a hov de bi birçîbûnî û nexweşîyan re micadele didin, ji ber vê yekê bang li alema Îslamê kir ku bila bi lez û bez alîkarîyê bikin.
Serdozgerî Bajarê Bucnurdê, daxuyand ku li bakurê Xorasanê du sîxûrên MOSSADê hatin tespîtkirin û qefaltin.