Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Hejmara şehîdên ku di êrîşên rejîma sîyonîst a li ser Xezzeyê de ji Cotmeha 2023an vir ve hatine kirin, gihîştiye 73 hezar û 462 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 509 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê derbarê qurbaniyên êrîşan de daxuyaniyek nivîskî weşand û îstatîstîkên herî dawî parve kir.
Li gorî daxuyaniyê, di 24 saetên dawî de, tevî agirbestê jî, şeş kes li Xezzeyê şehîd bûn. Yek ji wan ji ber birînên xwe yên di êrîşên berê de canê xwe ji dest da. Di heman demê de sêzdeh kes jî birîndar bûn.
Ji 10ê Cotmeha 2025an vir ve, ji dema ku agirbest li Xezzeyê dest pê kir, di êrîşan de 1.326 kes mirin û 4.398 kes jî birîndar bûn. Her wiha, cenazeyên 815 kesan ji bin kavilan hatin derxistin.
Hate diyarkirin ku ji Cotmeha 2023an vir ve di êrîşên li ser Xezzeyê de hejmara şehîdan gihîştiye 73 hezar û 462an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 509an.
Hat ragihandin ku li Şerîda Xezzeyê hîn jî bi hezaran cenaze di bin xirbeyên avahiyên xirabe de ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan di hevdîtina xwe ya li Bîşkekê de li ser aloziyên herêmî û peymana Îran-Emrîkayê axivîn. Îslamabadê diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê pêvajoya dîplomatîk berdewam bike.
Çeteyên niştecihbûnê ji bilî êrîşên xwe yên li ser Filistîniyan li Şerîaya Rojava, cihên îbadetê jî dikin hedef. Êrîşa dawî ya li ser Mizgefta Îmadedîn Zengî, hejmara mizgeftên ku ji destpêka sala 2026an vir ve hatine şewitandin an jî bûne hedefa şewitandinê gihandiye herî kêm 11 mizgeftan.
Li Efxenistanê, ku zehmetîyên aborî û xizanî berdewam dikin, bi taybetî zarok di gihîştina pêdiviyên bingehîn de zehmetiyan dikişînin. Kompleksa Mezin a Êtîmxaneyê, ku niha ji hêla Weqfa êtîman ve di bin çêkirinê de ye, armanc dike ku ji bi sedan zarokên bê dê û bav re stargehek ewle, perwerdehî û lênêrîna tenduristiyê peyda bike.