Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 63 hezar û 633yan

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 63 hezar û 633yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 160 hezar û 914 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 76 şehîd û 281 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 11 hezar û 502 kes şehîd bûn, 48 hezar û 900 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Komîsyona Karên Tesfîye û Ewlehîya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, di warê alîkarîya ji bo erdhejzedeyan de civînek li dar xist.
Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Zebîhullah Mucahîd, diyar kir ku di erdheja ku di mezinahîya 6an de li wîlayeta Kunarê pêk hat de hejmarê mirîyan derket 1411 kesan, birîndar jî gihîştin 3 hezar û 124 kesan.
Cemaeta Hîzbullah, derheqê şehadeta Ahmed Galîp El Rehawî û hevalên wî yên ku ji hikûmeta Yemenê ne de ev peyam hat dayîn, “Ew ê tiştên xûşk û birayên me yên ku ji roja ewil a Tofana Eqsayê vir ve ji parastina Xezze, Quds û Mescîdî Eqsayê re piştgirîyekî fiîlî didin, bi fuzeyên xwe ji dilê rejima îsraîla sîyonîst a hebîs re tirs û xofê kirine beredayî neçe.”
Alîkarê Serokê Giştî û Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç û Serokê Bajarê Enqere yê HUDA PARê Ahmet Karaarslan ji bona ku dorpêça li dijî Xezzeyê bişkînin ew ê beşdarî Fîloya Sumudê bibûna, di vê armancê de ew gihaştin Tunusê.