Rayedarên Efxen civîna erdhejê li dar xistin

Komîsyona Karên Tesfîye û Ewlehîya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, di warê alîkarîya ji bo erdhejzedeyan de civînek li dar xist.
Hat îfadekirin ku di civînê de ji bona ku jîyana erdhejzedeyan ji jîyaneke normal re vegere tedbîr hatin girtin.
Komîsyona Karên Tesfîye û Ewlehîya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, civînê di bin serokatîya Wezîrê Parastina Netewî û mesulê komîsyonê Mewlewî Muhammed Yakup Mucahîd de hat lidarxistin.
Di civînê de xemgînî hatin anîtin ziman. Berşdervanan ji bo mirovên ku canê xwe ji dest dane mexfîretê xwestin, ji bo birîndaran jî duayan kirin.
Hat destnîşankirin ku heta lazimatîyên bingeh ên erdhejzedeyan werin temînkirin ew ê hêzên ewlehîyê li cem û kêleka xelkê bin.
Hat ragihandin ku ji bo gel ji jîyana xwe ya normal re vegere ew ê hemû tedbîr werin girtin.
Di dawîya civînê de biryar hat girtin ku Wezareta Karên Hindir û Wezareta Parastinê jî di nav de hemû sazîyên sîvîl û ewlehîyê, xizmeta gel bidin pêşevanîya xwe, ew ê xebatên xwe hevpar di heman demî de bidin meşandin.
Di 31ê Tebaxê de di seat 23.47an de li wîlayeta Nangarharê di mezinahîya 6an de erdhejek rûdabû.
Di encama erdhejê de heta niha 1411 kesan canê xwe ji dest dan, 3 hezar û 124 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 64 hezar û 231an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 161 hezar û 583 kesan.
Hamasê ragihand ku ew li benda bersiveke rejîma sîyonîst in ji bo pêşniyara peymana berfireh a ku bi rêya navbeynkaran pêşkêş kiriye. Tevgerê diyar kir ku ew ji bo berdana hemû êsîran û ji nû ve avakirina Xezzeyê amade ne.
Li wîlayeta Nangarhara Efxenistanê di mezinahîya 4,7an de erdhejek pêk hat.
Li Lîzbona peytexta Portekîzê tramvayek ji rêya hesin derket, di qezayê de 15 kesan canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.