Bîlançoya Efxenistanê: Hejmarê mirîyan 1400î derbas kir

Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Zebîhullah Mucahîd, diyar kir ku di erdheja ku di mezinahîya 6an de li wîlayeta Kunarê pêk hat de hejmarê mirîyan derket 1411 kesan, birîndar jî gihîştin 3 hezar û 124 kesan.
Mucahîd li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyê belav kir û got ku bajara Asadabad û navçeyên Nurgal, Sukî, Watapur, Çara Dara û Peç Darayê ji erdhejê tesîrdar bûne.
Hat îfadekirin ku di encama erdhejê de heta niha 1411 kesan canê xwe ji dest dan, 3 hezar û 124 kes birîndar bûn û 5 hezar û 412 xanî jî xera bûn.
Mucahîd destnîşan kir ku ji ber şert û m ercên jeolojîk a herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê gelek zehmet in, lê ekîbên herêmên derdorê jî ji herêma erdhejê re hatin şandin û bi vê şeklê xebat hatine mezinkirin.
Alîkarê Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Hamdullah Fitrat jî li ser hîsaba xwe ya Xê daxuyanîyek da û got ku li herêmê xebat berdewam dikin.
Fitrat, desntîşan kir ji cîhên ku helkîkopter nikare xwe dêyne xwarê re, bi dehan yekîneyên leşker ji herêmê re hatine daxistin û ew jî birîndaran dibin herêmekî ewle ku bila helîkopter dikaribe wan bigre.
Fitrat destnîşan kir ku li navçeya Has Kunarê kampekî hatîye damezrandin û got, “Li cîhekî nêzê herêma afetê, ji bona ku birîndaran, mirîyan û saxan qeydbikin û du navend hatine sazkirin. Bi tevî peyamên şînê gelek welat alîkarîyan şandin. Ji bona ku wn alîkaîryan ji erdhejzedeyan re werin gihandin ji komîteyên alîkarî ya lezgîn re hatin gihandin.”
Li gorî Serokê Weşan û Agahî ya Hîva Sor a Efxenê Cuma Xan Nayîl, erdhej, xeyn li herêma Kunarê li herêmên Nangarhar, Nuristan, Laxman û Pencşîrê jî bûye sedema xerabûna 8 hezar xanîyan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li başûrrojavaya Pakistanê teqînek pêk hat, di encama teqînê de 13 kesan canê xwe ji dest dan, 31 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê, daxuyand ku di nav 24 seatên dawîn de 6 kesên dinê jî ji birçîna û kêmxwarinê canê xwe ji dest dan, di nav mirîyan de zarokek jî heye.
Ofîsa Mafên Însanan a NY, daxuyand ku artêşa Myanmarê ji derbeya 2021an vir ve li Ereqanê 7 hezar û 100 Misilmanên Rohîngyayê şehîd kir. Li gorî raporê, ji sisêyan yek ên ku hatine qetilkirin pîrek û zarok in.
Serokwezîrê qaşo yê rejima îşxalker Binyamîn Netenyahu, ji wezîrên xwe re ji bona ku hazirîyên îlhaqkirina Şerîaya Rojavayê nîşanê raya giştî nedin biryara “bêdengîyê” da. Sedema ev biryarê, tirsa windakirina alîkarîya Serokê Emrîkayê Donald Trump e.