Li Koreya Başûr helîkopter ket xwarê: 2 mirî
Li wîlayeta Gyeonggi ya Koreya Başûr helîkopterekî leşkerî ket xwarê, di encamê de du kesan canê xwe ji dest dan.
Hat îfadekirin ku helîkopter ji tîpa "AH-1S Cobra" bûye û ji ji bo prosedûra daketina lezgînî sefera perwerdehîyê dikir.
Helîkoptera ku ji bo perwerdehîyê firîyabû li bajara Gapyeonga nêzê Seula paytext ket xwarê.
Hat îfadekirin du leşkerên ku di nav helîkopterê de bûn ji nexweşxaneyê re hatin rakirin û ew li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dan.
Rayedaran diyar kirin ku ji bo sedema zelal were zanîn tehqîqat hatîye destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Medyaya sîyonîstan îddîa kir ku amadekariyên bicihkirina bi hezaran leşkerên Endonezyayî li Xezzeyê di bin navê "hêzeke îstîqrara navneteweyî" de dest pê kirine.
Li Tunisê, rexneyên li ser Serokkomar Kais Saîd her ku diçe vediguherin tohmetên sûc. Girtina endamekî hilbijartî yê parlementoyê û dadwerekî ji kar hatiye dûrxistin ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî, rexneyên ku dibêjin dîktatorî li welat tê sazkirin xurttir kiriye.
Ji ber ku rejima îşxalker agirbestê îxlal dike doh heta êvarê êrîş pêk hatin, di encama wan êrîşên sîyonîstan de herî kêm 6 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Tûgayên Qessam (berdevkê nû) Ebû Ubeyde, li dijî hevkarên ku xizmeta sîyonîstên îşxalker dikin û zirarê didin gelê xwe, daxuyanîyek tund da.