Li Nîjeryayê mirovên çekdar herî kêm 25 qîzan revandin
Li wîlayeta Kebbîya bakurrojavaya Nîjeryayê, bi dehan xwendevanên qîzîn, li yurda ku diman hatin revandin.
Bûyer, li Dibistana navîn a Qîzîn ku li Herêma Bireveberîya Mehellî ya Wasagu/Dankoyê ye pêk hat.
Berdevkê Polêsê mehellî Nafiu Abubakar Kotakoshi, derheqê bûyerê de daxuyanîyeke çapemenîyê da û di daxuyanîyê de got ku ew şibhe dikin yên ku xwendekarên qîzîn revandine “heydûd” in. Û “Herî kêm 25 xwendekaran ji pansîyonan revandine.”
Kotakoshi, di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir dibe ku ji vê reqemê zêdetir xwendekaran revandibin jî, di dema êrîşê de personelekî dibistanê hatîye kuştin û mirovekî jî hatîye birîndakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Yek ji rayedarên HAMASê Usame Hamdan, plana bicîhkirina hêza bi gelek netewî ya Emrîkayê red kir û got ku ev ji fikra tesfîyekirina doza Filistînê ya sîyonîstan re piştgirîyê dide.
Ji ber barana zêde ya ku li Xezzeyê barîya bi dehhezaran çadir di bin avê de man, tê destnîşankirin ku 288 hezar malbat jî di bin şert û mercên felaketê de jiyana xwe derbas dikin.
Tûgayên Nasir Selahaddîn ê ku baskê leşkerî yê Komîteyên Berxwedana Gel a Filistînê ye, daxuyand ku Vasîm Abdulbasît Abdulhadî ku fermandarekî wan ê sehayê ye di encama sûîqestekî sîyonîstan de şehîd bûye.