Li Xezzeyê fermandarekî berxwedanê şehîd bû
Tûgayên Nasir Selahaddîn ê ku baskê leşkerî yê Komîteyên Berxwedana Gel a Filistînê ye, daxuyand ku Vasîm Abdulbasît Abdulhadî ku fermandarekî wan ê sehayê ye di encama sûîqestekî sîyonîstan de şehîd bûye.
Tûgayên Nasir Selahaddîn, daxuyand ku Vasîm Abdulbasît Abdulhadî (Ebu’l-Abd) ku fermandarekî wan ê sehayê ye, di encama “sûîqestekî bi xaînî û tirsonekî” ku ji teref hêzên taybet ên sîyonîstan ve hat lidarxistin de şehîd bû.
Di daxuyanîya tevgerê de hat îfadekirin ku Ebul Abd di koma berxwedanê de tesîrekî wî yê zêde hebûye û xwedî rolekî mezin bûye.
Tevger di daxuyanîyê de weha got, “Serokê me yê şehîd Ebul Abd, di dema Tofana Eqsayê de di gelek operasyonên berxwedanê de rolên girîng leyîstîye û ji bo berxwedanekî hevpar a di komên berxwdanê yên Filistînê de jî alîkarîyekî wîyê gelek zêde hebûne.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Yek ji rayedarên HAMASê Usame Hamdan, plana bicîhkirina hêza bi gelek netewî ya Emrîkayê red kir û got ku ev ji fikra tesfîyekirina doza Filistînê ya sîyonîstan re piştgirîyê dide.
Ji ber barana zêde ya ku li Xezzeyê barîya bi dehhezaran çadir di bin avê de man, tê destnîşankirin ku 288 hezar malbat jî di bin şert û mercên felaketê de jiyana xwe derbas dikin.
Li wîlayeta Kebbîya bakurrojavaya Nîjeryayê, bi dehan xwendevanên qîzîn, li yurda ku diman hatin revandin.