Li Mexrîbê piştgirîya ji bo Xezze û Sûdanê
Gelê Mexrîbê li Tancayê civîyan û êrîşên li dijî sîvîlên li Xezze û Sûdanê protesto kirin.
Şeva yekşemê gel li bajara Tancaya ku li bakurê Mexrîbê bi armanca pioştgirîya bi gelê Sûdan û Xezzeyê xwepêşandanekî girseyî li dar xistin.
Di protestoyan de dirûşmên wek “Ji Xezzeyê heta Faşîrê dilek… Bêdengîya Kûrewî, êrîşa zalim” hatin gotin.
Xwepêşandêran bi siloganên wek “Ji berxwedan Filistînê re silava gelan” û “Ey azadên cîhanê… Çi Sîyon û Çi Emrîkayî” ji Sûdan Xezzeyê re piştgirîyê dan.
Rejima îşxalekr a sîyonîst li Xezzeyê êrîşê sîvîlan dike û Hêzên Piştgirîya Bi Lez jî li Sûdanê êrîşê sîvîlan dikin û bi vê şeklê herdu zalim jî li ser serê Misilmanan û sîvîlşan qetlîaman pêk tînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Komên berxwedanê li dijî pêşnûmeqanûna ku ji hêla Washingtonê ve li NY hatiye belavkirin, banga hevgirtina herêmî û navneteweyî kirin, û tekez kirin ku şandina hêzên biyanî bo Xezzeyê "formek cuda ya îşxalkirinê" ye.
Rejima îşxalker dîsa agirbestê îxlal kir û êrîşan pêk anît, di encamê de Filistînîyekî şehîd bû, gelek kes jî birîndar bûn.
Li bajara Kolwezîya girêdayê wîlayeta Luabalaya Komarîya Demokratîk a Kongoyê di sehaya madenê de hilweşîn pêk hat, di encamê de 70 karker canê xwe ji dest dan.