Li Kongoyê maden hilweşîya: 70 mirî
Li bajara Kolwezîya girêdayê wîlayeta Luabalaya Komarîya Demokratîk a Kongoyê di sehaya madenê de hilweşîn pêk hat, di encamê de 70 karker canê xwe ji dest dan.
Di sehaya madenê ya Kawamaya Kolwezîyê de hilweşînekî mezin çêbû, gelek karkerên madenê di bin enkazê de man.
Li gorî diyarîyê ewil di encama xebatên lêgerîn û xelaskirinê de herî kêm 70 cesed hatin dîtin.
Hat destnîşankirin ku di sehaya madenê de xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dadgeha Tawanên Navneteweyî ya Bangladeşê, Serokwezîra berê Şêx Hesîna bi sûcên li dijî mirovahiyê, ji ber bersiva tund a hikûmeta wê ya li hember xwepêşandanên xwendekaran ên par, cezayê darvekirinê da.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhaf Ebû Qesra li Şamê şandeyeke payebilind a Rûsyayê bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Yunus-Bek Yevkurov mazûvaniya kir. Civîn li ser xurtkirina hevkariya leşkerî û pêşxistina mekanîzmayên hevrêziya hevbeş bû.
Otobûsek ku rêwîyên umrê di nav de bûn dema ku ji Mekkeyê diçûn Medîneyê li tanekerekî qelibî. Li gorî diyarîyên ewil di encamê de 42 an jî 45 kes canê xwe ji dest dane, di nav mirîyan pîrek û zarok jî hene.
Komên berxwedanê li dijî pêşnûmeqanûna ku ji hêla Washingtonê ve li NY hatiye belavkirin, banga hevgirtina herêmî û navneteweyî kirin, û tekez kirin ku şandina hêzên biyanî bo Xezzeyê "formek cuda ya îşxalkirinê" ye.