Li Hîndistanê baran û bahoz: 4 mirî

Li herêma Delhîya Netewî ya paytexta Hîndistanê baraneke dijwar tesîrdar bû, ji ber baran û baya dijwar 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Rayedaran, îfade kirin ku li gorî diyarîyên ewil di encama bara û baya dijwar de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ji ber şert û mercên hewayê dar qut bûn û hinek rê hatin girtin, seferên trênê jî bi xerabî tesîrdar bûn.
Rayedarên Daîreya Meteorolojîyê, hişyarî da ku ew ê hewa bi vê şeklê hêj berdewam bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê, Mehdî Meşat, bal kişand ku "Helwesta Yemenê ya piştgirîkirin û sekinandina li kêleka Xezzeyê, bêyî ku bedel û qurbanî çi be, dê neguhere."
Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS, daxuyand ku endezyar Xalid Ahmed el-Ahmed (Ebû Îbrahîm), li bajara Saydaya Libnanê dema ku diçû nimêja serê sibehê di êrîşa sîyonîstan de şehîd ket. HAMASê weha daxuyand, “Xwîna şehîdên me, ew ê rêya azadîya me ronî bike.”
Wezîrê Darayî yê rejima sîyonîst Smotrich, daxuyand ku ew ê ji plana waregehên nû yên li herêma E1ê ya li rojhilata Qudsa îşxalkirî biryara erê bidin û “Dewleta Fîlîstînê bi fiîlî tune bikin”. Smotrich got, “Bi vê şeklê em ê milyonekî şênîyan bînin.”
Rejima îşxalker, Di nav rojekî de du caran êrîşî Dibistana Ebû Hamîsaya ku Kampa Penaberên El-Bureyceyê ye hedef girtin. Di êrîşan de piranîya wan zarok û pîrek herî kêm 30 kes şehîd bûn, nêzê 100 kes jî birîndar bûn.