Rejima sîyonîst êrîşî dibistanê kir: Herî kêm 30 şehîd, ji 100î zêdetir birîndar

Rejima îşxalker, Di nav rojekî de du caran êrîşî Dibistana Ebû Hamîsaya ku Kampa Penaberên El-Bureyceyê ye hedef girtin. Di êrîşan de piranîya wan zarok û pîrek herî kêm 30 kes şehîd bûn, nêzê 100 kes jî birîndar bûn.
Dibistana Ebû Hamîsaya ku Kampa Penaberên El-Bureyceyê ye bû hedefa sîyonîstan. Li gorî çavkanîyên Filistînîyan, dibistana ku sîvîl xwe sipartibûnê du caran hat hedefgirtin.
Hat îfadekirin ku êrîşa ewil di seatên êvarê de hat lidarxistin, di encama wê êrîşê de pîrek û zarok jî di nav de herî kêm 20 kes şehîd bûn, bi dehan sîvîl jî birîndar bûn. Di seatên şevê de jî balafirên îşxalkeran êrîşa duyemîn li dar xistin, di encama êrîşa duyemîn de jî 10 Filistînîyên dinê jî şehîd bûn, nêzê 50 kes jî birîndar bûn.
Dibistana Ebû Hamîsaya ku hedefê êrîşan bûbû, wek cîhê bêmalên ku ji ber herbê malên wan xera bûne an jî malên xwe terk kirine xwe sipartibûn dihat zanîn. Li gorî hiqûqa navneteweyî divê sazîyên perwerdehîyê û sîvîl bêne parastin, lê rejima îşxalker vê qanûnê nas nake.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristî ya Filistîn, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve di êrîşên îşxalkeran de 52 Filistînî şehîd bûn, 118 hezar û 752 Filistînî jî birîndar bûn. Hêna jî bi hezaran mirov di bin kavilan de ne.
Hat îfadekirin ku êrîş berdewam dikin, ji ber vê yekê ambûlans û ekîbên xelaskirinê nikarin xwe bighêjînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê, Mehdî Meşat, bal kişand ku "Helwesta Yemenê ya piştgirîkirin û sekinandina li kêleka Xezzeyê, bêyî ku bedel û qurbanî çi be, dê neguhere."
Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS, daxuyand ku endezyar Xalid Ahmed el-Ahmed (Ebû Îbrahîm), li bajara Saydaya Libnanê dema ku diçû nimêja serê sibehê di êrîşa sîyonîstan de şehîd ket. HAMASê weha daxuyand, “Xwîna şehîdên me, ew ê rêya azadîya me ronî bike.”
Wezîrê Darayî yê rejima sîyonîst Smotrich, daxuyand ku ew ê ji plana waregehên nû yên li herêma E1ê ya li rojhilata Qudsa îşxalkirî biryara erê bidin û “Dewleta Fîlîstînê bi fiîlî tune bikin”. Smotrich got, “Bi vê şeklê em ê milyonekî şênîyan bînin.”