Wezîrê sîyonîst Smotrich: Em bi profesyonelî dixebitin, dewleta Fîlîstînê bi fiîlî dikujin

Wezîrê Darayî yê rejima sîyonîst Smotrich, daxuyand ku ew ê ji plana waregehên nû yên li herêma E1ê ya li rojhilata Qudsa îşxalkirî biryara erê bidin û “Dewleta Fîlîstînê bi fiîlî tune bikin”. Smotrich got, “Bi vê şeklê em ê milyonekî şênîyan bînin.”
Smotrich di “Konferansa Şênîyan” a ku li Tel Avîvê hat lidarxistin de axivî û derheqê plana îlhaqkirina Filistînê de daxuyanîyan da.
Smotrich, daxuyand ku ew ê di nav çend rojên pêş de projeyên înşeata li herêma E1ê “Di nav çend rojên pêş de” diyar bikin. û got, “Em bi salan e xeber didin, êdî em ê vê planê bikin rewacê. Em bi profesyonelî dixebitin. Bi vê şeklê dewleta Filistînê bi fiîlî dikujin.”
Xeyn ji vê agahîyê wezîr diyar kir ku hikûmet ji serê salê vir ve ji 15 hezar înşeata nû yên yekîneyên şênîyan qebûl kirin û ji vê projeyê re jî 7 milyar şekel cuda kirine, li Şerîaya Rojavayê jî rêyên nû vekirine.
Plana parçekirina Filistînê
Herêma E1, ku Smotrich israr li ser dike, li bakur-rojhilatê Qudsa îşxalkirî, li dora wargeha Maale Adumim e, û cihê wê yê stratejîk beşên bakur û başûrê Şerîaya Rojava ji hev vediqetîne. Tevî nerazîbûnên tund ên civaka navneteweyî jî, çalakiyên niştecîkirinê li vê herêmê bi salan e di rojevê de ne.
Di Adara 2025an de, hikûmeta îşxalker çêkirina rêyeke cuda ji bo Filistîniyan jî erê kir. Ev rê ji başûrê E1ê dirêj dibe, armanc dike ku tevgera Filistînîyan di deverek sînorkirî de sînordar bike. Dagirker dê rêya sereke bi kar bînin.
Bi awayekî eşkere li dijî qanûnên navneteweyî ye
Ev daxuyaniyên Smotrich bi awayekî zelal sîyaseta yekalî ya îlhaqkirina axa rejîma sîyonîst û niyeta wê ya ji bo hilweşandina çareseriya du dewletan eşkere dikin. Avakirina li E1 wekî dijî qanûna navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî tê hesibandin.
Rayedarên Filistînî û rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku daxuyaniyên Smotrich wek qebûlkirina sûcên şer tên hesibandin û bang li civaka navneteweyî dikin ku tavilê tedbîran bigire. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê, Mehdî Meşat, bal kişand ku "Helwesta Yemenê ya piştgirîkirin û sekinandina li kêleka Xezzeyê, bêyî ku bedel û qurbanî çi be, dê neguhere."
Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS, daxuyand ku endezyar Xalid Ahmed el-Ahmed (Ebû Îbrahîm), li bajara Saydaya Libnanê dema ku diçû nimêja serê sibehê di êrîşa sîyonîstan de şehîd ket. HAMASê weha daxuyand, “Xwîna şehîdên me, ew ê rêya azadîya me ronî bike.”
Rejima îşxalker, Di nav rojekî de du caran êrîşî Dibistana Ebû Hamîsaya ku Kampa Penaberên El-Bureyceyê ye hedef girtin. Di êrîşan de piranîya wan zarok û pîrek herî kêm 30 kes şehîd bûn, nêzê 100 kes jî birîndar bûn.