Ji fermandarên Qessam Xalid Ahmed el-Ahmed hat şehîdkirin

Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS, daxuyand ku endezyar Xalid Ahmed el-Ahmed (Ebû Îbrahîm), li bajara Saydaya Libnanê dema ku diçû nimêja serê sibehê di êrîşa sîyonîstan de şehîd ket. HAMASê weha daxuyand, “Xwîna şehîdên me, ew ê rêya azadîya me ronî bike.”
Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku êrîş dema ku şehîd diçû nimêja serê sibehê hatîye lidarxistin, “Em şehîdê xwe di nav rûmet û şanazîyê de birê dikin. Dê xwîna wî, li hember îşxalkeran rêya me ya berxwedanê ronîtir bike. Rejima sîyonîst wê ji vê xwînê hesabê bide.”
Ji bo fermandarê şehîd îro, di dema nimêja Esrê de li Camîya Îmam Alîyê nimêja cenazeyê bê kirin. Wê cenazeya şehîd li Goristana Saydayê bê definkirin.
HAMASê, bal kişand ku ew ê li hember vê êrîşa rejima sîyonîst micahîdan jî berxwedanên xwe bidomînin:
“Em ê li pey şehîdên xwe herin û rêya wan bişopînin. Heta ku em rejima sîyonîst ji axên xwe û pîrozbahîyên xwe derbixin cîhada me berdewam bike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê, Mehdî Meşat, bal kişand ku "Helwesta Yemenê ya piştgirîkirin û sekinandina li kêleka Xezzeyê, bêyî ku bedel û qurbanî çi be, dê neguhere."
Wezîrê Darayî yê rejima sîyonîst Smotrich, daxuyand ku ew ê ji plana waregehên nû yên li herêma E1ê ya li rojhilata Qudsa îşxalkirî biryara erê bidin û “Dewleta Fîlîstînê bi fiîlî tune bikin”. Smotrich got, “Bi vê şeklê em ê milyonekî şênîyan bînin.”
Rejima îşxalker, Di nav rojekî de du caran êrîşî Dibistana Ebû Hamîsaya ku Kampa Penaberên El-Bureyceyê ye hedef girtin. Di êrîşan de piranîya wan zarok û pîrek herî kêm 30 kes şehîd bûn, nêzê 100 kes jî birîndar bûn.