Li Delhîya Nû ya Hîndistanê teqîn: 8 mirî, 11 birîndar
Li nêzê Qaleya Sor a Delhîya Nû di nav wesayîtekî de teqînek pêk hat, ji ber herî kêm 6 wesayît şewitîn 8 kesan canê xwe ji dest dan, 11 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku teqîn li nêzê îstasyonekî metroyê pêk hatîye û di encamê de şeş wesayît û sê teqsî şewitîn.
Li gorî daxuyanîya polêsê, di teqînê de herî kêm 8 kesan canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê polêsê Sanjay Tyagi, îfade kir ku teqîn li nêzê Qaleya Sor di nav wesayîtekî ku parqkirîbû de pêk hat, encax sedema teqînê hêna jî nayê zanîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Îslamabada paytexta Pakistanê, li nêzê avahîya dadgehê êrîşa xwekujê hat lidarxistin, di encamê de 12 kesan canê xwe ji dest dan, 21 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Tevgera Hamasê Hazim Qasim diyar kir ku rejîma sîyonîst nexşeyên ku di çarçoveya agirbestê de hatine destnîşankirin bicîh neanîye û bi zanebûn herêma ewlehiyê ya bi navê "xeta zer", bi taybetî li bakurê Xezzeyê, berfireh kiriye.
Wezîrê Karên Derve, li Emrîkayê ji teref Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed Şara ve hat qebûlkirin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku tevî ku mehek di ser destpêkirina agirbestê re derbas bûye jî, hêna jî rê li ber alîkariya mirovî ya ji bo Xezzeyê tê girtin.