Astengkirina alîkariyên mirovî li Xezzeyê berdewam dike
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku tevî ku mehek di ser destpêkirina agirbestê re derbas bûye jî, hêna jî rê li ber alîkariya mirovî ya ji bo Xezzeyê tê girtin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq diyar kir ku alîkariya mirovî hêna jî piştî derbasbûna mehekê ji dema ku agirbesta li Xezzeyê di 10ê Cotmehê de dest pê kir, tê astengkirin. "Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) diyar dike ku hewldanên ji bo zêdekirina alîkariya mirovî ji ber burokrasiyê, qedexeyên berdewam ên li ser hevkarên mirovî yên sereke, û kêmbûna derbasbûn û rêyan têne astengkirin,"
Heq got ku tîmên NY neçar in ku her tevgerê pêşwext bi rayedarên rejîma îşxalker re hevrêz bikin û got, "Me doh heşt hewldanên hevrêzkirinê kirin. Tenê du ji wan bi tevahî piştgirî dîtin. Yên din li ser erdê hatin astengkirin an jî heta 10 saetan dereng man."
Heq diyar kir ku tevî hemû zehmetiyan jî, NY û hevkarên wê her derfetekê ji bo berfirehkirina operasyonên xwe yên alîkariya mirovî bikar tînin û destnîşan kir ku di dawiya hefteyê de li Xezzeyê nêzîkî 40 hezar cil û berg û pêlavên zivistanê li zarokên di bin 10 salî de hatine belavkirin.
Haq ragihand ku NY û hevkarên wê nêzîkî 50.000 betanî li nexweşxaneyan û kesên din ên hewcedar belav kirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Îslamabada paytexta Pakistanê, li nêzê avahîya dadgehê êrîşa xwekujê hat lidarxistin, di encamê de 12 kesan canê xwe ji dest dan, 21 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Tevgera Hamasê Hazim Qasim diyar kir ku rejîma sîyonîst nexşeyên ku di çarçoveya agirbestê de hatine destnîşankirin bicîh neanîye û bi zanebûn herêma ewlehiyê ya bi navê "xeta zer", bi taybetî li bakurê Xezzeyê, berfireh kiriye.
Wezîrê Karên Derve, li Emrîkayê ji teref Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed Şara ve hat qebûlkirin.