Hamas bang li "Konseya Aştîyê" dike ku îxlalkirinên li Xezzeyê rawestîne
Hamas, di axaftina xwe de li Konseya Aştiyê ya ku biryar e di 19ê Sibatê de bicive, daxwaza rawestandina tavilê ya îxlalkirinên agirbestê yên rejîma sîyonîst li Xezzeyê kir. Tevgerê tekez kir ku dorpêç û êrîş berdewam dikin.
Hamasê beriya civîna "Konseya Aştiyê" ya bê bang li civaka navneteweyî kir. Tevgerê diyar kir ku rejîma sîyonîst bi awayekî sîstematîk agirbesta li Xezzeyê îxlal dike û daxwaz kir ku encumen tedbîrên berbiçav bigire.
Berdevkê Hamasê Hazim Qasim diyar kir ku çar mehên borî nîşan dane ku îşxalkeran şerê xwe yê qirkirinê nerawestandine; wan tenê rêbazên xwe guhertine. Qasim got ku polîtîkayên kuştin, koçberkirina bi darê zorê, dorpêçkirin û birçîbûnê hêna jî berdewam dikin.
Qasim tekez kir ku divê prensîbên "aştîyê" yên hatine ragihandin di civîna fermî ya yekem a konseyê de ku ji bo 19ê Sibatê li Emrîkayê tê plankirin, li ser erdê werin berçavgirtin. Wekî din, wî hişyarî da ku rejîma sîyonîst dikare vê pêvajoyê bikar bîne da ku êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê bidomîne û hewlên ji nû ve avakirinê asteng bike.
Hamasê her wiha xwest ku "Komîteya Neteweyî ya Rêveberiya Xezzeyê" bi hêsanî bigihîje herêmê û bi rastî jî pêvajoya alîkariya mirovî û ji nû ve avakirinê were destpêkirin.
Berdevk diyar kir ku divê dorpêça li ser Xezzeyê bi tevahî were rakirin û hemû deriyên sînor werin vekirin, her wiha modela derbasbûna bi sînor a li deriyê sînor ê Refahê tê sepandin nayê qebûlkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêxistina Navneteweyî ya Qudsê ji bo taxa Bustan a li Silwanê bangewaziyek lezgîn weşand. Bi balkişandina ser wê yekê ku planên rejîma sîyonîst ên ji bo wêrankirin û derxistinê dilê Qudsê hedef digirin, bang li Misilmanan kirin ku ji bo parastina Mescîda Eqsayê û derdora wê tevbigerin.
Di navbera herdu welatan de bi beşdarbûna Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Etiyopyayê Ebiy Ahmed di warên cûrbecûr de peyman hatin îmzekirin.
Di demekê de ku Emrîkayê bi dehan balafirên şer û keştiyên balafirhilgir li Rojhilata Navîn dişîne, Îranê ragihand ku ew ji bo amadekariya êrîşeke muhtemel li ser gelek senaryoyan tetbîqatan dike. Tehranê tekez kir ku amadebûna operasyonel li dijî tehdîdan temam bûye.