Di navbera Tirkîye û Etiyopyayê de di gelek mijaran de peyman hatin îmzekirin
Di navbera herdu welatan de bi beşdarbûna Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Etiyopyayê Ebiy Ahmed di warên cûrbecûr de peyman hatin îmzekirin.
Piştî civînên yek bi yek û di asta heyetan de li Qesra Neteweyî, merasîma îmzekirina gelek peymanan di navbera her du welatan de pêk hat.
Di merasîmê de, "Memoranduma 9emîn Civîna Komîsyona Hevbeş a Aborî ya Tirkîye-Etiyopyayê ya li ser Hevkariya Aborî, Bazirganî û Teknîkî" ji hêla Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar û Wezîrê Karên Derve yê Etiyopyayê Gedion Timothewos ve hate îmzekirin.
"Memoranduma Hevkariyê ya di warê Enerjiyê de di navbera Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ya Komara Tirkiyeyê û Wezareta Av û Enerjiyê ya Etiyopyayê de" jî ji hêla Wezîr Bayraktar û Wezîra Av û Enerjiyê ya Etiyopyayê Habtamu Itefa ve hate îmzekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêxistina Navneteweyî ya Qudsê ji bo taxa Bustan a li Silwanê bangewaziyek lezgîn weşand. Bi balkişandina ser wê yekê ku planên rejîma sîyonîst ên ji bo wêrankirin û derxistinê dilê Qudsê hedef digirin, bang li Misilmanan kirin ku ji bo parastina Mescîda Eqsayê û derdora wê tevbigerin.
Hamas, di axaftina xwe de li Konseya Aştiyê ya ku biryar e di 19ê Sibatê de bicive, daxwaza rawestandina tavilê ya îxlalkirinên agirbestê yên rejîma sîyonîst li Xezzeyê kir. Tevgerê tekez kir ku dorpêç û êrîş berdewam dikin.
Di demekê de ku Emrîkayê bi dehan balafirên şer û keştiyên balafirhilgir li Rojhilata Navîn dişîne, Îranê ragihand ku ew ji bo amadekariya êrîşeke muhtemel li ser gelek senaryoyan tetbîqatan dike. Tehranê tekez kir ku amadebûna operasyonel li dijî tehdîdan temam bûye.