Emrîka balafirên şer ên nû şandin herêmê, Îranê jî nerazîbûn nîşan da
Di demekê de ku Emrîkayê bi dehan balafirên şer û keştiyên balafirhilgir li Rojhilata Navîn dişîne, Îranê ragihand ku ew ji bo amadekariya êrîşeke muhtemel li ser gelek senaryoyan tetbîqatan dike. Tehranê tekez kir ku amadebûna operasyonel li dijî tehdîdan temam bûye.
Li hember zêdebûna bilez a hebûna leşkerî ya Amerîkî li Rojhilata Navîn, ji Îranê peyamên zelal û biryardarî hatin dayîn. Karbidestekî Îranî ragihand ku perwerde li ser erdê bi karanîna gelek senaryoyan ji bo pêşbînîkirina êrîşeke muhtemel a Amerîkî tê kirin, û amadebûna operasyonel temam bûye.
Karbidest diyar kir ku hişyariyên dawî yên Ayetullah Seyyîd Elî Xameneî ji Washingtonê re ne tenê retorîka sîyasî bûn, lê di heman demê de tesîrên leşkerî jî hebûn.
Fermandariya Hêzên Deryayî yên Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku eger biryareke asta bilind were dayîn, Tengava Hurmuz dikare were girtin. Vê daxuyaniyê nîqaşên li ser ewlehiya tengavê, ku wekî dilê rêya enerjiya cîhanî tê hesibandin, ji nû ve gur kir.
Ji aliyekî din ve, hatiye ragihandin ku Emrîkayê zêdetirî 50 balafirên şer şandine herêmê. Di nav wan de balafirên şer ên "veşartî" yên F-35 û F-22, û her wiha F-16 hene. Wekî din, hatiye diyarkirin ku ji bilî keştiya balafiran a USS Abraham Lincoln, keştiya balafiran a USS Gerald R. Ford jî dê were şandin herêmê, û keştiyeke balafiran a sêyemîn jî di planan de ye.
Ev hemû çalakiyên leşkerî tevî daxuyaniyên ku dibêjin di gera duyemîn a danûstandinên nerasterast ên di navbera her du welatan de, ku li Balyozxaneya Ummanê li Cenevre, Swîsreyê hatin lidarxistin, "pêşketin" çêbûn.
Îran di danûstandinan de daxwaza rakirina dorpêçan dike, di heman demê de mafê xwe yê berdewamiya bernameya xwe ya nukleerî di çarçoveyek aştiyane de diparêze. Ji aliyê din ve, Emrîka dixwaze ku çalakiyên dewlemendkirina uranyûmê bi tevahî werin rawestandin û stokên dewlemendkirî ji welat werin rakirin. Washington her wiha daxwaz dike ku bernameya mûşekî û piştgiriya ku ji hevalbendên herêmî re tê dayîn were nîqaşkirin. Lêbelê, Tehranê eşkere kiriye ku ew ê li ser ti mijarek ji bilî dosyaya nukleerî danûstandinan neke.
Elî Xameneî roja Sêşemê di axaftina xwe de peyamek zelal da û got, "Artêşa herî bihêz a cîhanê dikare bi yek lêdanekê were çokdan." Wî diyar kir ku şiyan û menzîla mûşekî ya Îranê bi tevahî meseleyek navxweyî ye, û tekez kir ku mafê welatê wî yê xwedîkirina teknolojiya nukleerî ya aştiyane nayê nîqaşkirin.
Di heman demê de, Pasdarên Şoreşê ragihand ku yekîneyên wê yên mûşek û dron di dema tetbîqatên li Tengava Hurmuzê de, ku ketine roja xwe ya duyemîn, bi rastbûnek pir baş li hedefên xwe xistine. Di dema tetbîqatan de li ser trafîka behrê sînordarkirinên demkî hatine danîn.
Raportên dawî yên derbarê sewqiyatên leşkerî ji Rûsya û Çînê bo Îranê jî bal kişandine ser xwe. Hevkariya stratejîk a pêşketî bi Moskowa û Pekînê re, bi taybetî piştî aloziyên sala borî yên bi navê "Şerê Dûwanzdeh Rojan" bêtir eşkere bûye.
Her ku alozî li Rojhilata Navîn dîsa zêde dibe, hikûmeta Îranê peyama "pêşîlêgirtin, ne tehdîd" dişîne, û hem li ser erdê û hem jî li ser maseya danûstandinan amadebûna xwe li dijî êrîşeke muhtemel nîşan dide. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rêxistina Navneteweyî ya Qudsê ji bo taxa Bustan a li Silwanê bangewaziyek lezgîn weşand. Bi balkişandina ser wê yekê ku planên rejîma sîyonîst ên ji bo wêrankirin û derxistinê dilê Qudsê hedef digirin, bang li Misilmanan kirin ku ji bo parastina Mescîda Eqsayê û derdora wê tevbigerin.
Di navbera herdu welatan de bi beşdarbûna Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Etiyopyayê Ebiy Ahmed di warên cûrbecûr de peyman hatin îmzekirin.
Hamas, di axaftina xwe de li Konseya Aştiyê ya ku biryar e di 19ê Sibatê de bicive, daxwaza rawestandina tavilê ya îxlalkirinên agirbestê yên rejîma sîyonîst li Xezzeyê kir. Tevgerê tekez kir ku dorpêç û êrîş berdewam dikin.