Ebû Merzûk: Em qet qebûl nakin ku hêzek navneteweyî li şûna artêşa îşxalker a li Xezzeyê were danîn
Mûsa Ebû Merzûk, endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê, diyar kir ku hêza leşkerî ya navneteweyî ya ku li Xezzeyê tê plankirin nikare şûna artêşa îşxalker bigire. Ebû Merzûk tekez kir ku ev plan xizmeta berjewendiyên Emrîkayê dike.
Musa Ebû Merzûk, endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê, li hember plana şandina hêzên navneteweyî bo Xezzeyê, ku ev mijar di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de hatibû rojevê, bertekek tund nîşan da.
Ebû Merzûk di daxuyaniyekê de roja Sêşemê êvarê got, "Em ê tu carî qebûl nekin ku li Xezzeyê hêzek leşkerî were avakirin ku şûna artêşa îşxalker bigire."
Ebû Merzûk diyar kir ku navbeynkaran bi israr xwestine ku ev hêz bi biryara Konseya Ewlehiyê ya NY were damezrandin û got, "Ne Emrîkayê û ne jî rejîma sîyonîst naxwazin ku hêzek wisa bi biryara Konseya Ewlehiyê ya NY were damezrandin."
Rayedarê HAMASê her wiha ragihand ku ji 11ê Cotmehê ve ku agirbest dest pê kiriye, îşxalkeran zêdetirî 190 îxlalkirin kirine.
Ebû Merzûk tekez kir ku aliyên Filistînî li hev kirine ku hêza ku dê ewlehiya Xezzeyê garantî bike divê bi tevahî ji Filistîniyan pêk were û got, "Divê avahiya ku dê ewlehiyê saz bike hêzek Filistînî be ku di bin komîteya ku dê Xezzeyê birêve bibe de be."
Malpera nûçeyan a Amerîkî Axios ragihand ku Amerîka pêşnûmeyek ji endamên Konseya Ewlekariyê ya NY re şandiye da ku hêzek navneteweyî ava bikin ku herî kêm du salan li Xezzeyê xizmet bike.
Li gorî raporê, ev pêşnûme heta dawiya sala 2027an desthilatek berfireh dide Emrîkayê û welatên beşdar ji bo birêvebirin û garantîkirina ewlehiya Xezzeyê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Kentuckya Emrîkayê balafireke kargoyê ya aîdê şîrketa kargoyê ya UPSê, piştî ku ji bo firînê rabû di nav demeke kurt de ket xwarê, di encamê de 7 kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn.
Li wîlayeta Chhattisgarh Hîndistanê qezaya trênê pêk hat, di encamê de 8 kesan canê xwe ji dest dan.
Qesra Spî ragihand ku Serokê Emrîkayê Donald Trump dê roja Duşemê ya bê bi Serokê Sûrîyeyê Ahmed El Şera re bicive.