Qesra Spî: Trump dê roja Duşemê bi Serokê Sûrîyeyê Şera re bicive
Qesra Spî ragihand ku Serokê Emrîkayê Donald Trump dê roja Duşemê ya bê bi Serokê Sûrîyeyê Ahmed El Şera re bicive.
Berdevka Çapemeniyê ya Qesra Spî Caroline Leavitt ragihand ku Serok Donald Trump dê roja Duşemê ya bê li Qesra Spî bi Serok Ahmed Al Shara re bicive, û got ku ev civîn "beşek ji hewldanên dîplomatîk ên Trump ji bo pêkanîna aştiyê li çaraliyê cîhanê ye."
Levitt di civîneke çapemeniyê de got, "Serok Trump, dema ku li Rojhilata Navîn bû, biryareke dîrokî da ku cezayên li ser Sûrîyeyê rake û şansek rastîn ji bo aştiyê bide Sûrîyeyê, û ez difikirim ku em di bin serokatiya wî ya nû de di vê mijarê de pêşketinek baş çêdikin."
Levitt her wiha got ku Trump şopînerê xebata dijwar a Serok Şara ye.
Wezîrê Karên Derve û Koçberan, Esed Hesen El-Şeybanî, rojek berê di beşdarbûna xwe ya Foruma Diyaloga Manama 2025 de ragihand ku Serok Ahmed El-Şara dê di Mijdarê de serdana paytexta Emrîkayê, Washingtonê bike û di serdana wî ya Washingtonê de dê mijara ji nû ve avakirina Sûrîyeyê jî were nîqaşkirin.
Şara di meha îlona sala borî de ji bo beşdarbûna 80emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî serdana New Yorkê kir û li wir bi gelek rêber û nûnerên welatên beşdar re civiya. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Mûsa Ebû Merzûk, endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê, diyar kir ku hêza leşkerî ya navneteweyî ya ku li Xezzeyê tê plankirin nikare şûna artêşa îşxalker bigire. Ebû Merzûk tekez kir ku ev plan xizmeta berjewendiyên Emrîkayê dike.
Li wîlayeta Kentuckya Emrîkayê balafireke kargoyê ya aîdê şîrketa kargoyê ya UPSê, piştî ku ji bo firînê rabû di nav demeke kurt de ket xwarê, di encamê de 7 kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn.
Li wîlayeta Chhattisgarh Hîndistanê qezaya trênê pêk hat, di encamê de 8 kesan canê xwe ji dest dan.