Ahmed Şara, cara yekem qala hilweşîna rejima Esedê kir
Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed eş-Şara, geşedan û meseleyên krîtîk ên ku muxalefet dema Şamê bidestxistibû jiyane û peyamên ku Rûsyayê şandîye anît ziman.
Serokkomarê Sûrîyeyê, Ahmed eş-Şara, ji El Cezîreyê re roportajek da û meseleyên ku nayên zanîn ên di hilweşîna rejima Esedê de anît ziman. Şara, di belgefîlma bi navê “Mefatîhu Dimeşk” de axivî û îfade kir ku operasyona “Red’î Ridwan” a ku muxalîfan dabû destpêkirin gelek bi lez pêşve çû û aktorên herêmê jî şaşwazî kir.
Eş-Şara, balan li ser hevdîtinên dîplomatîk ên ku muxalîfan meşandîye kişand. Di navbera Rûsya û navenda îdarekirina operasyona “Red’î Ridwan”ê de peyam çûne û hatine, dûre ji Moskovayê ji wan re hişyarîyekî krîtîk hatîye şandin û ew hîs kirine ku rejim ew ê hilweşe. Dema ku muxalîfan rojavaya Helebê bidestxistibû alîyê Rûsyayê ji wan re gotîye “Li vê derê bisekinin, heger hûn nesekinin ew ê gengeşî zêdebibe”. Şara îfade kir ku ew vê peyamê wek “Rejima Esedê hildiweşe” şîrove kirine.
Şara, îfade kir ku lezgînîya operasyonê di rejima sîyonîst de jî bûye sedema şaşwazbûnê, çîmkî îşxalkeran piştî herba Libnanê plan dikirin ku êrîşê Sûrîyeyê bikin encax hilweşîna rejimê ev plana wan serûbin kir.
Trafîka dîplomasîyê: Zîyaret û hevdîtinin li Bal el-Hewa û Şamê
Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyeyê Esad eş-Şeybanî jî di belgefîlmê de derheqê zîyaret û hevdîtinên dîplomatîk kir. Eş-Şeybanî îfade kir ku tenê çend saet berîya hilweşîna rejima Esedê li derîyê sînora Bab el-Hewayê bi lijneya Rûs re hevdîtinê kirine, derheqê ew ê dengeyên sîyasî yên li herêmê wê çawa werin şekîlkirin de îstîşareyan kirine.
Eş-Şeybanî îfade kir ku roja dinê ya li ser hilweşîna rejimê bi sefîrên welatên biyanî û Ereb ên ku li Şamê wezîfe dikirin re civînek li dar xistine, ew ji sefîran re gotine ku bireveberîya nû di warê polîtîkaya derve de ji hevkarîyê re vekirîye û ew dixwazin ku bila hemî sefîr li bajêr bimînin.
Wezîrê Parastina Sûrîyeyê Merhef Ebû Qasra jî îfade kir ku ew bi zanetî navê operasyonê “Red’î Adwan – sekinandina êrîşê û opersyona paşve birinê” bijartine. Ebû Qasra, bibîrxist ku rejima ku hilweşîyaye pênc salên dawîn bi sîstematîkî êrîşî herêmên ku hatine azadkirin dikir, ji ber vê yekê ev operasyon jî ji van êrîşan re bersivekî dîrokî bû.
Belgefîlm, hûrgilîyên 11 rojê ku berîya hilweşîna rejima Esedê derbas bûye tîne ber çavan, di şoreşa Sûrîyeyê ku 13 sal berdewam kir de dewra êş û jana ku bûye sedema şehîdbûna bi sedhezaran însanan jî ji me re nîşan dide. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Malbatên koçber li Xezzeyê ji ber ku barana zêde konên wan di bin avê de hiştin bi felaketeke nû re rû bi rû ne. Sîvîlên bêparastin di nav serma û lehiyê de ji bo jiyanê têdikoşin.
Li bakurrojavaya Pakistanê topek hewanê ku zarokên medreseyê dîtin û anîtin teqîya, di encamê de 2 zarok canê xwe ji dest dan, 16 zarok jî birîndar bûn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku navên serokên cîhanê yên ku dê di Konseya Aştiyê ya Xezzeyê de cih bigirin dê di destpêka sala bê de werin eşkerekirin, û got ku ev encumen dê pêvajoya agirbest û ji nû ve avakirina Xezzeyê birêve bibe.
Rêxistina çavdêrîya pevçûnê ku navenda wî li Emrîkayê ye ACLED (Armed Conflict Location and Event Data), derheqê fealîyetên rejima îşxalker a di nav sala dawîn a ku li Sûrîyeyê rejim veguherî de raporek berfireh weşand.