Rejima îşalker di sala dawîn de 600 caran êrîşê Sûrîyeyê kir
Rêxistina çavdêrîya pevçûnê ku navenda wî li Emrîkayê ye ACLED (Armed Conflict Location and Event Data), derheqê fealîyetên rejima îşxalker a di nav sala dawîn a ku li Sûrîyeyê rejim veguherî de raporek berfireh weşand.
Li gorî daneyan, ji hilweşîna rejima Beşar Esed vir ve, ji teref rejima îşxalker ve li dijî axên Sûrîyeyê ji 600î zêdetir êrîş hatine lidarxistin.
Qeydên ku ji teref ACLEDê ve hatine girtin, piranîya êrîşên ku bi balafirên herbê, balafirên hewayê ya bêînsan û topan ve hatine kirin li dijî başûrê welat hatine zêdekirin.
Ji teref ACLEDê ve hat diyarkirin ku di navbera 8ê Kanûna 2024an û 28ê Mijdara 2025an de herî kêm 232 cîhên Quneytrayê, 167 cîhên Deraayê û 77 cîhên Şamê hatine hedefgirtin.
Van reqeman nîşan didin ku di rojê de du êrîş hatine kirin. Ji ber hilweşîna rejima Beşar rejima îşxalker başûrê Sûrîyeyê îşxal kir.
Rejima ku li herêmê qereqolan danîye û çavkanîyêna vê yên ku girîng in îşxal kirîye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker, digel agirbestê li Xezzeyê êrîşan pêk tîne, vê carê jî bi helîkopter û topên hewanê gule li ser sîvîlan reşand, di encamê de li Refah û Cîbalîyeyê 3 Filistînî şehîd bûn.
Neteweyên Yekbûyî, derheqê rîska lehîyê ya li Xezzeyê de destnîşan kir ku ji sedî 40ê nifûsê, û nêzê 850 hezar mirovên ku ji cîhê xwe bûne bi rîska lehîyê re rûbirû ne.
Emrîkayê, ji biryara firotina piştgirîya teknîkî û teknolojîya leşkerî ya qasî 686 dolarî ji bo nûkirina fîloya F-16an re biryara erê da.
Serfermandarê Rûsyayê Valeriy Gerasimov, daxuyand ku artêşîa Rûsyayê Seversk û gele cîhên stratejîk kir bin kontrola xwe.