100 xwendekarên dinê yên ku li Nîjeryayê hatibûn revandin hatin xelaskirin
Hat diyarkirin 100 xwendekarên ku ji wîlayeta Nîjerya Nîjeryayê hatibûn revandin gihaştine malbatên xwe.
Serokê Dewleta Nîjeryayê Bola Tinubu, rast kir ku herî kêm 100 xwendekarên ku meha borî di êrîşa ku li dibistanekî hatibû kirin û bi sedan xwendekar û mamoste hatibûn revandin de bûn hatin xelaskirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Dewletê ve hat belavkirin de, Tînubu ji hêzên ewlehîyê re ji bona ku xwendekar û mamosteyên dinê yên ku hêna jî êsîr in werin xelaskirin emira berdewamkirina xebatan kir.
Hêzên ewlehîyê, çend roj piştî bûyera revandinê ji 315 xwendekar û mamosteyan herî kêm 51ê wan xelas kiribûn.
Tînubu îfade kir ku 100 xwendekarên ji Dibistana Katolîk a wîlayeta Nîjerê bi sax û selametî gihîştine malbatên xwe û ji bo vê gihîştandinê jî ji xebatên ku hatine kirin re teqdîrên xwe pêşkêşî kir.
Tînubu, ji malbatên xwendekaran re got ku ew ê xwendekarên dinê jî bînin û teslîmî malbatên wan bikin.
Hat îfadekirin ji bona ku xwendekarên Nîjeryayê di nav cîheke ewle de perwerdehîyê bibînin ew ê xebatên xwe bidomînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Êrîşên dronan ên li ser Moskowê bûn sedema rawestandina seferên asmanî.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (SUPA) ragihand ku hejmara kesên ku di êrîşa li ser Meydana Tehranê de canê xwe ji dest dane gihîştiye 4 kesan.
Greva giştî ya li Portekîzê li dijî reformên kedê yên hikûmetê, bi taybetî di sektora veguhastinê de bûye sedema astengiyên cîddî.
Malbatên koçber li Xezzeyê ji ber ku barana zêde konên wan di bin avê de hiştin bi felaketeke nû re rû bi rû ne. Sîvîlên bêparastin di nav serma û lehiyê de ji bo jiyanê têdikoşin.