Li Portekîzê greva giştî ya dîrokî: Veguhastin û xizmetên giştî hema bêje rawestiyane
Greva giştî ya li Portekîzê li dijî reformên kedê yên hikûmetê, bi taybetî di sektora veguhastinê de bûye sedema astengiyên cîddî.
Li ser banga sendîkayên karkeran, ji bo cara yekem di 12 salan de, li welat greveke giştî ya 24 saetan li dijî reformên karker ên ji hêla hikûmetê ve hatine pêşniyarkirin, hat lidarxistin.
Li paytext Lîzbonê, xetên metroyê ji nîvê şevê ve hatin girtin, di heman demê de xizmetên otobus û trênên navbajaran li seranserê welat hatin rawestandin.
Veguhestina hewayî jî ji ber grevê pir tesîrdar bû. Air Europa hemû geştên bi Portekîzê ve girêdayî betal kir, di heman demê de Iberia jî %75 geştên xwe sekinand. TAP Portugal û şîrketên din ên hewayî tenê karîn xizmeteke kêm pêşkêş bikin.
Sendîka dibêjin ku reforma kar a hikûmetê ji kar derxistina karmendan hêsantir dike, saetên kar nermtir dike, û tesîrek xerab li ser mafên wekî destûra şîrdanê dike.
Sekreterê Giştî yê CGTP-IN Tiago Oliveira got, "Hikûmet dixwaze mafê jiyaneke aram û bi rûmet ji holê rake."
Ji ber greva giştî li gelek bajaran, bi taybetî li Lîzbonê, xwepêşandan tên lidarxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Êrîşên dronan ên li ser Moskowê bûn sedema rawestandina seferên asmanî.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (SUPA) ragihand ku hejmara kesên ku di êrîşa li ser Meydana Tehranê de canê xwe ji dest dane gihîştiye 4 kesan.
Malbatên koçber li Xezzeyê ji ber ku barana zêde konên wan di bin avê de hiştin bi felaketeke nû re rû bi rû ne. Sîvîlên bêparastin di nav serma û lehiyê de ji bo jiyanê têdikoşin.