Îşxalkeran zarokekî 13 salî şehîd kirin

Li bajaroka Yabuda Cenînê Amr Kabhaya 13 salî di gulereşandina îşxalkeran de şehîd bû. Midexeleya ambûlansê hat astengkirin, bav Kabha jî ji teref leşkeran ve hat derbkirin û êsîrgirtin.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên herêmê hatine bidestxistin, dema ku Amr Kabha di kolanên bajarokê de bû hat hedefgirtin. Îşxalkeran piştî hedefgirtinê demeke dirêj asteng bûn ku ambûlans midexele bike.
Dema ku bav Kabha dixwest ku xwe bighêjîne kurê xwe, bû hedefê sîyonîstan, hat derbkirin û dûre hat desteserkirin. Dema ku ekîbên tendurisîyê gihaştin cîhê bûyerê dîtin ku Amr şehîd ketîye.
Sîyonîstên îşxalker barîyeran dan têketine kolanê ku bila tu kes nekeve kolanê. Îşxalkeran di heman seatê de êrîşê bajaroka Kafr Riayê jî kirin û li wê derê avêtin ser mala Huseyin el-Atraş û Sahir Fiyad el-Şeyh İbrahim. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajara Reşt a Îranê, ji ber xazê teqînek pêk hat di encama teqînê de 13 kes birîndar bûn.
Li Xezzeyê di nav 24 seatên dawîn de ji ber kêmasîya xwarinê û birçîna 18 ke şehîd bûn.
Di operasyona Orient Ekspres a ku li Derîyê Sînora Kapitan Andreevoya Bulgaristanê ku li hember Kapikuleya Edîrneyê ye hat lidarxistin de, di nav wesayîtekî dîplomatîkî de 206 kîlo kokaîn hat bidestxistin.
Li başûrrojavaya Ekvadorê bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 9 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.