Tirkîye seferên balafiran ji bo Kerkûkê da rawestandin
Ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş, geştên hewayî yên di navbera Stenbol û Kerkûkê de demkî hatine rawestandin.
Hêla Hewayî ya Tirkî roja 10ê Kanûna Pêşîn a 2025an, ragihand ku ji ber şert û mercên hewayê yên nearam, dîtina kêm, barana zêde û bayên bihêz, geştên hewayî yên ber bi Kerkûkê ve hatine betalkirin.
Hat diyarkirin ku biryara rawestandina geştên asmanî ji bo ewlehiya rêwî û ekîban hatiye dayîn.
Li gorî daxuyaniyê, rêwî dê bi rêya SMS an jî e-nameyê ji nûvekirinan werin agahdarkirin, û heta ku şert û mercên hewayê baştir bibin û firîn vegerin bernameyên xwe yên normal, ew ê bikaribin bilêta xwe bêpere ji nû ve rezerv bikin an jî tevahiya fîyeta bilêtê werbigirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Sindirgiya Balikesîrê di mezinahîya 4,9an de erdhejek pêk hat.
Li navçeya Arnavutkoya Stenbolê şofêrê mîkserê A.Ç. ket nav mîkserê û li cîhê bûyerê canê xwe ji dest da.
Ekîbên Midûrtîya Ewlehî ya Erzinganê, li dijî mirovên ku tiryakê bikartînin operasyon li darxistin, di encamê de kîlokî kokaîn hat bidestxistin û 2 kes hatin girtin.
Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di daxuyanîya çapemenîyê ya ku li Meclîsê li dar xist de, derheqê Sûdanê de nirxandinan kir.