Serokkomar Erdogan li hember êrîşa rejîma sîyonîst a li ser Îranê bertek nîşan da: Eşqîyatî
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşa rejîma sîyonîst a li ser Îranê de, êrîşan wekî "provokasyoneke eşkere" û "çavnebariya ku qanûnên navneteweyî paşgoh dike" bi nav kir.
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, di daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da de, bertekek tund nîşanî êrîşên ku ji teref rejîma sîyonîst ve li dijî Îranê hatine destpêkirin da.
Erdogan tekez kir ku rejîma sîyonîst herêm, bi taybetî Xezzeyê, di xwîn, hêsir û bêîstîqrariyê de xeniqandiye û got, "Ji îro sibê ve, ev stratejî gihandiye astek pir xeternaktir."
Erdogan diyar kir ku êrîşên li ser Îranê provokasyoneke eşkere ye ku qanûnên navneteweyî paşgoh dike û bal kişand ser vê rastiyê ku ev kiryar di demekê de hatine kirin ku danûstandinên li ser bernameya nukleerî ya Îranê dijwartir dibûn û ji ber êrîşên nemirovane yên li Xezzeyê zext li seranserê cîhanê zêde dibûn.
Serokkomar Erdogan di axaftina xwe de weha got:
"Rêveberiya Netanyahu bi kiryarên xwe yên bêwijdan, êrîşkar û bêqanûn hewl dide ku herêma me û tevahiya cîhanê bixe nav karesatê. Divê civaka navneteweyî êdî dawî li eşqîyatîya îsraîlê ku aramiya cîhanî û herêmî hedef digire bîne. Divê teqez êrîşên Netanyahu û tora wî ya komkujiyê yên ku tevahiya herêma me diavêjin agir, werin astengkirin."
Serokkomar Erdogan di dawiya axaftina xwe de weha got:
"Îro, em careke din diyar dikin ku em naxwazin li Rojhilata Navîn bêtir xwîn, wêranî û pevçûn bibînin. Wek Tirkîye, em êrîşên hovane yên li dijî cîranê xwe Îran şermezar dikin; em ji bo kesên ku canê xwe ji dest dane rehma Xwedê, ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazin; em sersaxiyê ji gelê dost û bira yê Îranê re dixwazin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Servîsa meteorolojiyê ji bo gelek parêzgehan ji herêma Marmarayê bigire heta Rojhilatê Anadoluyê hişyariya baranê da. Li deverên bilind ên herêma rojavayê Behra Reş tê texmînkirin ku berf pir bibare, her wiha li deverên hundir ên Behra Spî jî tê texmînkirin ku bayên bihêz çêbibe.
Li navçeya Antakyaya Hetayê di mezinahîya 4,2yan de erdhejek pêk hat.
Civîna Kabîneyê, ku bi serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan were lidarxistin, ew ê bi berfirehî li ser pêvajoya "Tirkîyeya Bê Teror", pêşketinên li qada Sûrîyeyê, mûçeya herî kêm a 2026an û têkoşîna li dijî qumarê "neqanûnî" raweste.
Muhsîn Musîllîogûllari, ku di 14ê Kanûna Pêşîn a 1992an de li Pira Dilaver a nêzîkî gundê Tilwer a li herêma Qerejdaxê ya Dîyarbekirê şehîd bû, lehengek bû ku ciwan bi nirxên wî yên exlaqî yên bilind û dilsoziya wî ya ji bo doza Îslamê rêz lê digirtin. Di jiyana xwe ya kurt de, Muhsîn ne tenê ji bo kesên li dora xwe, lê ji bo tevahiya herêmê îlham da, jiyana xwe ji bo Îslamê û xizmetê terxan kir.