Serokkomar Erdogan derheqê erdhejê de peyamek da
Piştî erdheja ku li navçeya Sindirgiya Balikesîrê di mezinahîya 6,1an de pêk hat de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî peyamek belav kir.
Serokkomar Erdogan, di peyama xwe de ji welatîyan re daxwazîyên xwe yên derbasbûnê pêşkêş kir û weha got:
“Ez ji welatîyên xwe yên ku ji erdheja li navçeya Sindirgiya Balikesîrê pêk hatîye tesîrdar bûne re daxwazîyên xwe yên derbasîbûnê pêşkêşî dikim.
Ekîbên me yên AFAD û sazîyên pê girêdayê di sehayê de dixebitin. Em pêvajoyê di nêz de dişopînin.
Xwedê bila gelê me û welatê me ji hemî afetan biparêze.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Kêmasiya avê ya demdirêj li Kayapinar, bajarokê Kercewsê yê Êlihê, hate çareserkirin. Xebatên ku di bin serokatiya Şaredar Samîr Ozhan, endamê HUDA PARê hatine kirin de, hem kapasîteya avê zêde kir û hem jî bi saya enerjiya rojê teserûfeke girîng bi dest xist.
Li navçeya Sindirgiya Balikesîrê di mezinahîya 6,1an de erdhejek pêk hat. Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku di encama erdhejê de mirî tineye.
Li navçeya Sindirgiya Balikesîrê di mezinahîya 6,1an de erdhejek pêk hat, erdheja ku çêbû li gelek bajarên derdorê jî hat hîskirin. Li gorî agahîyan piştî erdheja mezin ji 100î zêdetir erdhejên biçûk çêbûn.