Parlamenter Dînç: "Sîyonîstên herêmî dixwazin exlaqê pêxember ji nav me derxînin"

Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç di bernameya Mevlûda Nebî ya ku li Edeneyê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku sîyonîstên herêmî hene ku ji bo ku exlaqê Hz. Muhammed ji nav me derxînin dixebitin.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç di bernameya Mevlûda Nebî ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Parqa Navenda Edeneyê hat tertîpkirin de bal li ser dijminatiya ku sîyonîstên herêmî li Hz. Muhammed dikin kişand.
Dînç wiha axivî: "Xûşk û birayên min ên hêja, bi rastî jî xwezî Resûlê Xwedê we bidîta. 1500 sal derbas bûn, lê dîsa jî mirov dibêjin 'Ey Resûlê Xwedê'. Gelê me ji hezkirina Pêxember tije bûye. Binêrin, ji ber ku em dizanin ku rizgarî di destê Hz. Muhammed de ye. Me sextekarên demokratîk û qirkeran dît. Wan winda kir yên ku qezenc kirine jî alîgirên Hz. Muhammed in."
Dînç di destpêka axavtianxwe de weha got "Xwişk û birayên min ên delal, ez dixwazim gotinên xwe bi tabloyekê dest pê bikim." Û weha berdewam kir, "Pêxember (s.a.w) di Şerê Uhudê de bû. Ev şer jî yek ji wan şeran bû ku herî zêde êş kişandibû. Demekê hejmara sehabeyên li derdora Pêxember jî kêm bûbûn. Heta ku muşrîkan Mus'ab Bin Umeyr ê dişibihe Pêxemberê me şehîd kirin, gotin 'Me Muhammed kuşt'. Di wê kêlîkê de sehabiyan matmayî man, bi rastî yek ji sehabeyan Sad bin Osman bazda kuçe û kolanên Medîneyê û got: ‘Pêxember Muhammed şehîd ket.’ Wê demê Pêxemberê me ji Abdullah Ummu Mektûmê ku li Medîneyê wezîfedar bû, ev deng li kuçe û kolanên Medîneyê deng veda bihîst û bi awayekî xwezayî ket kuçeyan, li dîwaran ket û meşiya û got: ‘Min bibin Uhudê.’ Birayên min ên giranbuha Ummu Mektûm digot, 'Exlaq, jiyan û perwerdehîya Hz. Muhammed ji nav me derkeve tu qîmetekî me namîne.’ Ji ber ku ev vêya dizanibû xwe avêt kolanan. Erê, îro ev hezkirina wî we anîye vê derê, eger îro exlaqê Pêxember ji nav me derkeve divê jî derkevin kolanan. Heger îro exlaqê Pêxemberê me li mekteban, meclîs, nexweşxaneyan û hemû saziyên din hebe, ew der ji bo me biqîmet e.”
Faruk Dînç di axaftina xwe de bal kişand ser niyeta xerab a sîyonîstên herêmî û wiha got: "Îro sîyonîstên herêmî hene ku ji bo ku exlaqê Pêxemberê me ji nav me derxînin dixebitin. Îro bi emperyalîzma çandî hewl didin ciwanên me bi tîpên X û Y bixin nav nifşan. Em ne nifşên X, Y an jî dinê ne. Em şopînerê Hezretî Muhammed in. Em nifşên ‘Elîf’, ‘Lam’, ‘Mîm’ê Quranê ne. Em neslên Hezretî Omer, Şêx Seîd, şehîd Sacîd û Şehîd Cengîz opçuogluyên ku wek ‘Elîf’ li qîyamê sekinîne ne. Em nifşên Bîlal, Yasir û Sûmeyye, ku bi gotina 'ahad', kufrê red kirin in. Em Elî, Emar, Mus'ab, Ubeyde ne û em li hemberî zaliman li kêleka bindestan in.”
Dînç peyama yekîtî û hevgirtinê da û axavtina xwe weha dawî kir:
"Îro Xezze ya we ye, birayên me yên ku şer dikin û cîhadê dikin hene. Em li her derê radigihînin ku em bi wan re ne, lê li cihekî hewl didin Xezze û Qudsê ji hundir xera bikin. Hewl didin nifşê me ji me bistînin. Çawa ku di serdema Mekkeyê de keç bi saxî hatin definkirin, îro jî keç û jinên me ji teref sîyonîstên herêmî ve bi reklam, ekran û bazirganîyê têne definkirin. Birayên min ên hêja, em ê li cîhê ku li wê ketine xwarê dîsa rabin pîya. Em ê di doza Tewhîdê de bibin yek. Em ê cudahîyên xwe bidin alîyekî û di hedefa me de emperyalîzm û sîyonîst hebe. Wê rojê bi îzna Xwedê em ê tev bi hev re qezenc bikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîlê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç ji ber ku berhemên şîrketên ku piştgiriyê didin rejîma sîyonîst hêna jî li Meclîsê têne firotin bertek nîşan da û got, "Divê ev berhem di zûtirîn dem de ji Meclîsê werin derxistin û firotina wan bi tevahî were qedexekirin."
Li navçeya Çinar a Dîyarbekirê, ji ber bayê bihêz banê avahiyekê hat hilandin.
HUDA PAR bi minasebeta "1ê Gulanê Roja Ked û Hevgirtinê" peyamek weşand. Di peyamê de ehemmîyeta kedê û pêwîstiya temînkirina edaleta civakî hate destnîşankirin.
Li navçeya Sîmava Kutahyayê di mezinahîya 4,2yan de erdhejek çêbû.