Pîra 75 salî 2 meaşê xwe yê emekdarîyê ji bo Xezzeyê bexş kir
Heremsî Sucuya (75) ku ew mirovekê mihtac e ji qetlîama li Filistînê re bêdeng nema, bi tevî duayên xwe meaşa xwe ya 2 mehî jî bi navbeynkarîya Karwana Hêvîyê ji Xezzeyê re bexş kir.
Sucuya ku li Sultangazîya Stenbolê bi tevî zavê xwe dijî, digel tinebûna malê dinyayê meaşê xwe yê 2 mehî ya emekdarîyê ji Xezzeyê re bexş kir.
Ji temsîlkarê Sultangazî ya Karwanê Hêvîyê Ferdî Çelebî, çû mala Heremsî Sucu û bexşa ku hatîye kirin bidestê xwe ji pîrê stand. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
35 koçberên neqanûnî yên ku li peravên navçeya Çeşmeya Îzmîrê ji ber ku motora bota wan xera bûbû di nav avê de diherikîyan, ji teref ekîbên Ewlehî ya Sehlê ve hatin xelaskirin.
Li Erdexanê berf barîya, ji ber barîna berfê navenda bajêr spî bû û bi berfê xemilî.
Wezareta Parastin a Netewî, daxuyand ku li ser Behra Reş ÎHAyek hat tespîtkirin û di bin çarçoveya prosedûrên rûtîn de hat şopandin.
Servîsa meteorolojiyê ji bo gelek parêzgehan ji herêma Marmarayê bigire heta Rojhilatê Anadoluyê hişyariya baranê da. Li deverên bilind ên herêma rojavayê Behra Reş tê texmînkirin ku berf pir bibare, her wiha li deverên hundir ên Behra Spî jî tê texmînkirin ku bayên bihêz çêbibe.