Nivîskarê ku di encama êrîşa PKKyê de bûbû xazî, temamê qezenca kitêba xwe bexşî Xezzeyê kir

Fîkret Bayramê nivîskarê Batmanî ku ji ber kirinên xwe yên Îslamî di encama êrîşekî ku ji teref PKK yê ve hatibû kirin de gelek cihê bedenê wî felc bûbû, temamî qezenca xwe ya ku ji firotina kitêba xwe bi dest xistibû ji bo bigihîjinin kesên Xezzeyî yên muhtac da Karwana Umûdê ya Komeleya Batmanê.
Tevî ku êrîşên rejîma îşxalker a li ser Xezzeyê dewam dike, destekên gel a ji çar terefê Tirkîyeyê didome. Li Batmanê mînakeke piştgirîyê pêk hat.
Fîkret Bayramê nivîskarê Batmanî ku ji ber kirinên xwe yên Îslamî di encama êrîşekî ku ji teref PKK yê ve hatibû kirin de gelek cihê bedenê wî felc bûbû, temamî qezenca xwe ku ji firotina kitêba xwe ya bi navê “Fedaîyên Pêxember” bi dest xistibû ji bo bigihîjinin kesên Xezzeyî yên muhtac da Karwana Umûdê ya Komeleya Batmanê.
Nurettin Teymurê Serokê Komeleya Karwana Hêviyê ya Batmanê
"Em hewl didin ku rojane xwarinê bigihînin birayên xwe yên li Xezzeyê"
Nurettin Teymurê Serokê Komeleya Karwana Hêviyê ya Batmanê, diyar kir ku wan bexşa nivîskar watedar dîtine û got:
“Li Xezzeyê komkujî, qetlîam û êş berdewam dikin. Niha tu hêz nikare çeteyên îşxalker bisekinîn e. Em wekî Karwana Umûdê ya Batmanê xwe dispêrin Xwedê û hewldanên xwe yên alîkariyê didomînin. Em hewl didin ku rojane xwarina xwişk û birayên xwe yên li Xezzeyê bigihînin. Em ji bo vê yekê bi qerar in.
Bexşandina hemû qezenca kitêba birayê me Fîkret Bayram ji bo Xezzeyê ji bo xêrxwazên me mînakek e. Xwedê sebrê bide wî û malbata wî. Ez di hewildanên wî yên ji bo xêra Ummetê de serkeftinê dixwazim.
"Ji alîkariyê kêm nebin"
Serokê Komeleyê Teymur bang li xêrxwazan kir û got, "Karwana Umûdê ya Batmanê li kêleka Xezzeyê ye. Hûn jî dikarin bi rêya me alîkariya xwişk û birayên xwe yên li Xezzeyê bikin. Wan ji vê alîkariyê mehrûm nehêlin."
“Ezê temamî qezencê bişînim Xezzeyê”
Nivîskar Fîkret Bayram jî di daxuyaniyîa ku belav kir de wisa got:
“Dema ku min kîtêba Fedaîyên Pêxember (Peygamber Fedaileri) nivîsan, helbet zehmetiyên ku birayê me yên Xezzeyî dijîn jî anî bîra xwe. Qezencên kitêbên ku heta aniha ketiye destên min, tev daye Karwana Umûdê. Weşanên ku piştî vê jî bê kirin ezê bişînim Xezzeyê.
Aniha Misilmanên herî mexdûr ên li ser rûyê erdê, birayên me yên Xezzeyî ne. Erka me ya ewil a Misilmanan, destek dayîna wan e. Hinek ji me bi keda xwe, hinek jî bi perê xwe destekê dide wan. Divê em tevî alîkarîyên xwe yên maddî di duayên xwe de jî wan bibîr bînin. Çimkî dua çeka me ya herî mezin e.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê di salvegera 16emîn a Kovara Kelhaamedê de beşdarî panêla ku li Dîyarbekirê hat tertîpkirin bû û axavtinek li dar xist, Ramanli weha got, “Di warê ziman û statûyê de Tirk xwedî kîjan mafan bin divê Kurd jî xwedîyê wan mafan bin.”
Ji teref Koordînatora Diyarbekirê ya Platforma Nesla Quranê ve di 17ê Îlonê de bi beşdarbûna hemû zarokên ku di çarçoveya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” de perwerdehîya nimêjê girtine û dawî kirine ve bernameya fînalê tê tertîpkirin.
Kovara çandî, hûnerî, edebî û Îslamî ya ku serê sê mehan carekê derdikeve bi hejmara xwe ya demsala payîzê li hember xwînerên xwe ye.
Haşîm Elkaanê Serokê Odeya Şêranîyan û Kebabpêjan Loqantevanê Dîyarbekirê destnîşan kir ku sala parîn di Îda Qurbanê de 12 ton cîger hatîye xwarin, ev reqem vê salê gihaşt 20 tonî.