Mesrûr Barzanî: Em naxwazin bibin aliyekî ti şer û pevçûnekê
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku hikûmeta herêmê piştgirî dide hewldanên hikûmeta Îraqê yên ji bo ku çek tenê di destê hêzên fermî de bin. Barzanî her wiha got ku herêma Kurdistanê naxwaze bibe aliyek ji ti şerekî li herêmê.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew parastina ewlehiya herêmê û dûrketina wê ji pevçûnan didin pêşîyê û ew piştgiriyê didin hewldanên hikûmeta Îraqê yên ji bo komkirina çekan di bin kontrola dewletê de.
Barzanî ji Al Jazeera re got ku ti alî zextê li hikûmeta herêmê nake ku tevlî şer bibe û got, "Pêşîniya me parastina herêma Kurdistanê û dûrxistina wê ji pevçûnan e."
Barzanî diyar kir ku herêma Kurdistanê berê rastî êrîşên dijwar hatiye, û got ku zêdetirî 1000 êrîş bi roket û balafirên bêmirov li dijî herêmê hatine kirin.
Barzanî îddîa kir ku êrîş rasterast ji Îranê an jî bi rêya hinek komên ku ji axa Îraqê tevdigerin hatine kirin. Wî diyar kir ku piştî ku Emrîka û rejîma sîyonîst di 28ê Sibatê de şerê xwe yê li dijî Îranê dest pê kirin, ev êrîş zêdetir bûne.
Barzani her wiha îdiayên ku dibêjin di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rejîma sîyonîst de têkiliyek heye red kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di peyama ku derbarê êrîşa li Turgutluya Manisayê de weşand de bal li ser girîngiya perwerdehiya exlaqî û saziya malbatê ji bo pêşîgirtina li çerxa tundûtûjî û hilweşîna exlaqî kişand.
Li navçeya Mîlas a Mûxlayê, di şerê bi kêran ê di navbera hevkarên karker ên ku di heman malê de dijiyan de kesek mir û du kes birîndar bûn.
Li navçeya Eyûbî ya Rihayê di qezaya trafîkê ya ku du wesayît tê de bûn de 3 kes birîndar bûn.
Îro danê sibê li nêzîkî lîseya navçeya Turgutlu ya bajara Manîsayê di encama gulebaranê de 8 xwendekar birîndar bûn. Hat ragihandin ku êrîşkar hatiye binçavkirin.